Kinyazê Hemîd

Siyasetmedar, parlamenterê Kurd, endamê Parlamena Ermenistanê,serokê Kurdên Ermenistanê

Kinyazê Hemîd ( jdb. 1945 ) Siyasetmedar, parlamenterê Kurd, endamê Parlamena Ermenistanê,serokê Kurdên Ermenistanê.

Jiyan biguhêre

Kinyazê Hemîd 17ê Çileya sala 1945an li gundekî kurdan ê bi navê ‘Devexerabeyê’ hatiye dinyayê. Gund bi ser nehiyeya Abovyanê ye ku dikeve kêleka Êrîvana Ermenistanê.[1]

Bav û kalên wî piştî Serhildana Şêx Seîd, sala 1926an, ji ber zilm û zora Roma Reş ji Wanê tevî 4000 malbatên kurdan derbasî wî alî Çemê Erez bûne û li ser xaka Ermenistana îroyîn bi cih û war bûne.

Kinyazê Hemîd sala 1952an li nehiyeya Abovyanê bi medalyaya zêrîn dibistana navîn kuta dike. Sala 1962an dest bi kar û xebatê dike. Dibe dersdarê zimanê ermenî ji bo komên jêrîn, paşê dibe serwêrê dibistanê. Sala 1964an qebûlî Zanîngeha Ermenîstanê ya  Dewletê ya Malhebûna Gundîtîyê, para aboriyê dibe. Ji bo xwendin û karê baş, dibe Serokê Rêxistina Komsomola Zanîngehê. Di Zanîngehê de medalyaya dereceya bilind a ser navê Lenîn distîne.

Sala 1978an zanîngehê bi serfirazî kuta dike. Sala 1965an qebûlî Enstîtuya Marksîzim-Lênînîzimê dibe û sala 1967an temam dike. Sal bi sal kar û xebata Kinyazê Hemîd pêş de diçe û di nava nehiyê de nav û dengê wî bilind dibe. Sala 1969an dikeve Zanîngeha Êrîvanê ya Dewletê ya para extiyarzanîyê, sala 1974an temam dike.

Kinyazê Hemîd ji ciwaniya xwe heta niha di nava gelek sazî û dezgehên kurdan de kar û xebateke hêja kiriye û hê jî dike. Ew ji sala 2007an ve Serokatiya Şêwra Kurdên Ermenistanê dike.

Kinyazê Hemîd û xanima wî Tamîla Xidir bavê keç û kurekî ne: Narîn û Hemîd. Narînê bûka akademîsyen û profesorê navdar Nadir Nadirov e ku wekî Nadirê Kerem jî tê naskirin. Narîna Kinyaz xanima doktorê navdar Bariyê Nadirê Kerem e ku li Alma Ataya Qazaxistanê dijîn. Li hêla din şeş nevî û 2 nevîçirkên Kinyazê Hemîd û Tamîla Xidir hene.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kevirbirî, Salih (18ê kanûna paşîn a 2016an). "Welatperwer û Rewşenbîr Kinyazê Hemîd 71 salî ye". {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)