Kilora siyaleyê, kilora ducaniyan cureyeke kilorê ji pelhevîrk (şikeva) û siyaleyê ye. Li Serhed, Dêrsimê kêm, li herêma Soran zêde bê xwarin jî, pirraniya herêmên Kurdistanê kilorên wiha dixwin.

Berkelî biguhêre

Amadekirin biguhêre

  1. Pîvazan ziravane hûr bikin, di nava quşxaneyê de heya zerayî pê ket (di nava rûnê ron de) biqijilînin. Paşê goştê xwe jî bixinê û biqelînin.
  2. Siyaleyê hûr hûr, hûr bikin berdin quşxaneyê heya nerm bûn biqelînin. Xwê û îsota reş pê werbikin.
  3. Siyale nerm bûn, 2 kevçî ardê xwe tevdin û pê bidin xwarin, daku dema pijiya nezeliqin. Tevahiya pelhevîrkan bikin du qet. Rûnê heliyayî û şîr li rûyê wan bidin. Ji siyaleyê raxin ser. Gorî dilê xwe mezin an biçûk wan wekî loxê bipêçin. Bo her pelhevîrkê viya dubare bikin.
  4. Zerika hêkê ya xav li ruyê pelhevîrkên xwe bidin. Bavêjin argûnê û heya sor bû bipijînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifreyê).