Kilîla Solê(îngilîzî:G-clef) ji xêza duyemîn a jêrê ya portreyê xêzkirina wê dest pê dike. Navê notaya li ser xêza duyemîn Sol e. Kilîla Solê, ji bo enstrumanên bi frekansên nêzîkî frekansên dengê mirovan deng derdixin tê bikaranîn. Notayên amûrên wekî keman, gîtar, flûr, baxleme, bilûr û ûdê bi bikaranîna Kilîla Solê têne nivîsandin.

Kilîl Nav Nota Xet
Kilîla Solê G4 di çembera kilîlê de ye.
Kilîla Doyê Doya navîn (C4) di navenda kilîlê re derbas dibe.
Kilîla Fayê F3 di navbera du nuqteyên kilîlê de ye.