Nav
|
Jidayikbûn
|
Desthilatdarî
|
Şûngirî
|
---|
Romulus
|
nêz. 770[2] |
nêz. 753 - 716 b.z.
|
Piştî kuştina birayê xwe, Remus, xwe key îlan kir.
|
Numa Pompilius
|
nêz. 753 b.z.[3] |
nêz. 715 - 672 b.z.
|
Piştî mirina Romulus ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin.[4] |
Tullus Hostilius
|
?
|
nêz. 672 - 640 b.z.
|
Piştî mirina Numa Pompilius, ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin.
|
Ancus Marcius
|
?
|
nêz. 640 - 616 b.z.
|
Piştî mirina Tullus Hostilius ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin.
|
Lucius Tarquinius Priscus
|
?
|
nêz. 616 - 578 b.z.
|
Piştî mirina Ancus Marcius, ji ber ku kurên Marcius pir biçûk bûn, ew bû desthilatdar, lê di wextekî kurt de ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin. Ew yekem keyê etrûskî bû, û bi eslê xwe wekî Lucumo dihat zanîn.
|
Servius Tullius
|
?
|
nêz. 578 - 534 b.z.
|
Zavayê Lucius Tarquinius Priscus.[5] Piştî ku Tarquinius Priscus ji aliyê kurên Ancusî ve hat kuştin, wî keyîtî bi dest xist.
|
Lucius Tarquinius Superbus
|
?
|
nêz. 534 - 509 b.z.
|
Kur an neviyê Lucius Tarquinius Priscus; piştî kuştina Servius Tullius ji aliyê Superbus û jina wî (keça Tullius) ve keyîtî bi dest xist.
|