Kew, cureyekê teyrikê ku li Kurdistanê dijî ya. Ji kêwan, ji cureyê wan yê bi huner û ku asîl in, ji wan re « kewên qaqaba » tên gotin. Her mîr, weke kevneşopiyekê, li Kurdistanê, di demên berê xwe de ku xwediyê çend keçikan ba, wilqas kew li male wî li ber destê wî hebûn. Ku keça xwe di zewicand, êdî wê kewekî ji wan kewê xwe bide mirovê ciwanê ku bi keça wî re zewicîya. Di destana Mem û Zînê de jî, Ahmedê Xanî, vê yekê jî bi vî rengê tînê ser ziman.