Kesire Yıldırım (jdb. 21ê çiriya pêşîn a 1951, li Dep a Mezrayê), endameke berê ya PKKê û hevjîna berê ya serokê PKKê Abdullah Ocalan e. Di 1988an de ji ber nakokiyan ji PKKê vediqete, diçe Ewropayê.

Kesire Yıldırım
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Bi malbatî ji Dêrsimê ne. Di salên 1940î de malbata wê ji Mêzgirê bar dikin Depê.[1] Ew ji kurdên kirmanckîaxêv in. Kesire ji şeş zarokan a mezintirîn e. Di sala 1973an de dibistana amadeyî li Xarpêtê bi dawî dike. Bo demekê li gundek Depê mamostetiyê dike.

Di 1974an de li dibistana bilind Gazi ya li Enqereyê, di beşa çapemenî-weşanê (bo rojnamegeran e) de dixwîne. Di sala 1978an de ji beşa radyo-televîzyonê dîplom digire.[2] Sê meh şûn de bi Abdullah Öcalan re marî dibe.

Herçendî êdî ne di nava siyasetê û têkoşîne de be jî, ji ber ku wextekê hevjîna Ocalan bûye, rayagiştî jiyana wê mereq dike, navê wê gelek caran di medya û çapemeniyê de cih digire.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Cerha, Birgit (1 çiriya paşîn 1993). "Gewalt gegen Gewalt". Neue Zürcher Zeitung (bi Swiss High German). Roja gihiştinê 18 gulan 2023.
  2. ^ "Öcalan tek tek anlatıyor". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 2 hezîran 1999. Roja gihiştinê 18 gulan 2023.