Ker û Kulik du bira ne. Navê diya wan Werdekê ye. Emer axa serokê êlê ye. Dibêje kî here Bilîcana Gêsiyan bîne ez ê keça xwe Şemsîxanê bidimê. Navê mehîna Kulik Sosik e. Hesê Dûdê xalê Kero û Kulik e. Heft kurên wî hene. Şer di navbera Kulik û her heft kurxalan de diqewime. Kulik pir lehengî nîşan dide, lê ji ber ku xulamê wî Liko hay jê nemabû û apê Namet Sosikê bi şev berdabû ser ava golgeniyan, Sosik di qada şer de diweste û Kulik tê kuştin. Kero jî şeş kurxalên xwe dikuje, ê piçûk dide xatirê diya xwe Werdekê, ku lava dike, dibêje"Bila tovê mala bavê min neqele" Kero Şemsîxanê dixwaze, lê Emer axa dibêje pêmana min bi Kulikî re bû, ne bi te re bû. Kero wî davê erdê û balîf datîne ser singa wî û xincerê lê dixe heta dighê singa wî, dibêje min nekuje min Şemsîxanê da te.