Kendava Baffin
Kendava Baffin an Baffin Bay (Danimarkî Baffin Bugten) deryeyek qiraxê li bakura Okyanûsa Atlantîk de ye. Ew navbera Grönland û arşîpelên Kanadayên arktîk dimê û di ser tengava Davis re digêhê Okyanûsa Atlantîk, û li bakur di Smithsund re, li rojava di Lancastersund û Jonessund re bi Okyanûsa Arktîk ve tê girêdan. Ew di 1585an de ji aliya John Davis hat keşf kirin, lê bi navê William Baffin, ew kesî di 1616an de cara pêşin tê re derbaz bûyî, hat navandin.
Kendava Baffin | |
---|---|
74°Bk 68°Ra / 74°Bk 68°Ra | |
Dewlet | Kanada, Grînlenda |
Li beşa îdarî | |
Tejaneya çem | Arctic Ocean basin |
Pêk tê ji | |
Rûerd | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dera wêyê herî kûr digêhê 2905 m. Di wê de girav kêm in û encax hinên biçûk hene.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |