Kelûya Karê

du kelûyan da ya başurê ye
World map with tropic of capricorn.svg

Kelûya karê (Bi Îngilîzî:Tropic of Capricorn) Hevêrkeya 23 derece 27 deqiqe li başûrê ekwatorê ye. Di 21ê berfanbarê de tîrêjên rojê bi eşkêleke 90 derece tên ser vê hevêrkeyê. Cihên ku di nabêna her du tropîkan de dimîne, salê du caran tîrêjên rojê bi eşkêleke 90 derece dibînin. Cihên ku li bakur an başûrê tropîkan dimîne, tu caran tîrêjên rojê tîk nabînin. Bi gotineke din tropîk, sînorê tîkhatina tîrêjên rojê ne. Ji xwe grîngiya tropîkan jî ev e.