Katjimêra biolojî
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya paşîn 2024) |
Jîna mirovî hundurî, ya ko laş û mêjiyê mirov di hundurê laş de tê ve derbasdibin hê jî kûr veşartîne. Katjimêra biolojî, ya laşê mirov ew jî ji wan tiştên bi pîranî hê nependî ye û zane bi ser her tiştî ve nebûne. Lê li gor banê zanîna îro û lêkolînên zanistî hîpotêz (gomanên zanistî) hatine danîn. Di wan lêkolînan de kêlîk bi kêlîk seet bi seet diyrdikin, bê çi di laşê mirov de dibe. Helbet bêgoman wê di pêşrojê de ew tiştên veşartî jî hin bi hin bên vedîtin. Lê niha zanîna mirovî gehaye çi pêpelûkê, emê ji we re pêşkêşbikin, tevlî ko ew hindik ji gelekî ye:
Seet yek (piştî nîvê şevê):
Di vî çaxî de bêhtirên mirovan berî sê seetan razane û hemû fazên(nore, xul, dewre) xewê derbasbûne. Di vê seetê de xewa mirov sivikdibe û bi hesanî ji xew şiyardibe. Eger kesek nexweşbe, yan birîndar be di vê demê de gelekî bi êşê diheste(dihese), jiber vê yekê, yên hawîrdorî nexweş û birîndaran gerek e bêhna xwe ji kazkaz û nalînên wan re ferehbikin.
Seet dido:
Bêhtirên organên(endamên) laşê mirov bi eborî kardikin, lê bitenê kezeba reş (cerg) sûdê ji vê dema hedinî dibîne û keresteyên(madeyên) ji organizm(laş ) re gerek diafirêne û hemû jehran ji organizm davêje. Em dikarin bibêjin, ko laş ji hundur ve tê şiştin. Eger win hê di vê demê de şiyarbin, ew ji we re tiştekî nebaş e. Ji xwe vexwarina qehwê, çayê û nemaze meyê(alkohol) ji binî karekî nesewdanî(aqilmendî) ye. Eger win şiyarbin û dixwazin tiştekî vexwin ji piyalek av, yan şîr çêtir nîne.
Seet sisê:
Di vê demê de laş xwe serewtdike(rehetdike) û ji aliyê fîzîkî ve bi carekê kerixî ye. Eger pêwist be di vî çaxê dereng de win şîyarbin, dive win hemû haya xwe bidin karê, ko win dikin û çavê xwe belkin, ji ber ko şiyarbûna we ne li gor katjimêra biolojî ye, katjimêra laşê we. Di vê demê de pestoya(fişara) xwîna mirov gelekî nizimdibe û dilkutk û bêhnkişandin gelekî hêdîne.
Seet çar:
Pestoya xwînê hê nizm e û xwîna digihe mêjî di nizimtirîn fazê de ye. Di vê seetê de goristan himbêza xwe divekin û piraniya mirovan dimirin. Mixabin mirov nikare xwe di ser vê seetê re çendke. Laş bi kêmtinîn enerjî(taqet) kardike, lê bihîstin(guh) tûjdibe. Ko mirov pêjneke çiqasî nizim be jî bike, şiyardibe.
Seet pênc:
Di vê demê de her dû gurçik rawestayî ne û titiştî(mîzê) naavêjin. Mirovên razayî ev çend care di hemû fazên xewê ve derbasbûne. Fazên xewê jî ev in:xewa sivik, xewa xewnan û xewa giranî bê xewn. Eger di vê demê de mirov şiyarbibe bi hesanî dikare ji nav livînan dekeve, ne bi mêkutan û mirov jêhatî ye.
Seet şeş:
Di vê demê de pestoya xwînê bilinddibe, dil xurt lêdixe û xwîn di sordamaran de bi hêz dijene. Eger em bixwazin hê jî razin, lê laşê me bi rastî şiyardibe.
Seet hevt:
Xweparastin, ya laş(îmunolojya) bi taybetî xurt e. Eger di vê demê de mirov bihingive vîrus û baktêriyan jî, dîse ferzenda, ko mirov nexweş nekeve gelekî bilind e.
Seet heşt:
Di vê demê de laş rehet bûye. Kezeba reş laş ji kêresteyên jehrî paqijkiriye. Di vê demêde vexwarina meyê tiştekî pir nesaxlem e û barekî pir ji kezeba reş re giran e.
Seet neh:
Ji seet neh ve çalakiya psîkolojî bilinddibe û hisandina bi êşê nizimdibe. Dil bi hemû hêza xwe kardike.
Seet deh:
Çalakiya laş hê bilindtirdibe. Mirov di baştirîn forma sportî(şinokirinî) de ye. Mirov di vê demê de dikare tiştên mezin bike û ev gengazî(imkaniyat) ta firavînê dimênin. Jiber vê yekê gerek e di vê demê de mirov çarê ji tiştên giran re û asê re bibîne. Yên ko li çayxanan dirûnin, bi pelikan dileyzin û yên bi hogirên xwe re li ser tiştên kelevajî dipeyvin hêzên xwe, yên giranbiha pûç û vala diberdin. Ev hêzên wê piştre ji wan re pêwist bin, lê hew bi dest wan dikevin.
Seet yazdeh:
Dil hê jî bi awakî rîtmî li gor çelengiya mirov, ya psîkologî kardike. Bi mezinkirin û çêtinkirina kar dil nahise.
Seet diwazdeh:
Kêlîka civandina hemû hêzên mirov tê. Xebînet e niha mirov zikê xwe bide ber xwarinê. Baştir e mirov firavînê hê seeteke din derengbixe.
Seet sêzdeh(yekê piştrî nîvro):
Kezeba reş xwe rehetdike û hinek glykogên(kerestek e kîmiyayî ye) dikeve nav xwînê. Dema çalakiya mirovî pêşî buhûrt. Mirov bi westabûnê dihese û eger hê kar li pêşiyê hebe jî, lê dîse rehetbûn jê re pêwist e.
Seet çardeh:
Di vê demê de enerjiya laşê mirov gelekî nizimdibe. Di vê noreya(faza) bîstûçarseetî de ev nizimbûna diduya ye, ya enerjiya laş. Dijekirdara(reaksyon) mirov gelekî sist û hêdî ye.
Seet pazdeh:
Rewşa mirov hinekî baştirdibe. Her pênc hesteyên(hewas) mirov: dîtin, bihîstin, bêhnkirin, hingivtin û çeştin(tamkirin) tûjdibin. Kurtîlhez di vê demê de hez ji rûniştina ber masê dikin. Ji nû ve hêza mirov lê divegere.
Seet şazdeh:
Banê şekir di xwînê de bilinddibe. Hin doktor dibêjine vê demê dema diabetes(nexweşiya şekir), ya piştî nîvroyî. Pişta vegera hêza mirov dîse ew hinekî kêmdibe.
Seet hivdeh:
Gengaziyên karkirinê bilinddibin. Sportvan xwe li gor hêza xwe şinodikin (temrîndikin).
Seet hijdeh:
Hisandina bi êşa fîzîkî kêmdibe. Daxwaza mirov, ko li ser xwe bigere û xwe bilebitêne bîlinddibe. Zelaliya psîkologî nizimdibe.
Seet nozdeh:
Pestoya xwînê bilinddibe. Aramiya(stabîlîteya) psîkologî digihe sifir. Mirov nervoz e û dikare ji bona tiştekî pûç pevçûneke mezin çêke. Ev demek e ne xweş e jibo, yên hîstêriya bi wanr e heye. Êşa serî despêdike.
Seet bîst:
Di vê demê de giraniya laşê mirov digihe pikê(maksîmum), ne çax e, ko yên qelew xwe niha bipîvin. Dijekirdara me xurt û tûj dibe. Şofêr di forma herî baş de ne. Ziyanên li ser riyan çêdibin pir kêm in.
Seet bîst û yek:
Rewşa mirovî psîkolojî normal e. Ev dem pir bikêrî xwendenkar û hunermendan tê, da xwendin û rola xwe serdilbikin. Mêjî dikare gelek tiştan di hiş de imbarbike, ew tiştên ko bi roj nikarîbû bike.
Seet bîst û dido:
Hijmara şanikên spî di xwînê de gelekdibe, şûna pênc ta heşt hezar şanik di sentîmetreke kabikî(cm3 ) de hijmara wan digehe diwazdeh hezaran. Germbûna laş kêmdibe.
Seet bîst û sisê:
Laşê mirov xwe ji rehetiyê re amadike. Çaxê xewê tê, lê ji hundur ve laş xwe ji afirandinên nû re amadedike.
seet bîst û çar(nîvê şevê)
Seeta dawî ye. Bazinê şevûrojî bîstûçarseetî tewadibe. Eger mirov seet bîst û dido çûbe razabe , niha destpêdike xewnan dibîne. Ne bi tenê laş, lê mêjî jî ji bona jîna roja were çalakiyên xwe nûdike û tiştên bêkêr davêje.
Roj tewabû.