Katedrala Firenzeyê, bi fermî Cattedrale di Santa Maria del Fiore an Firenze diomo katredal û sembola bajarê Firenzeyê ye.[1]

Qubeya Brunelleschi, Battistero di San Giovanni û Campanile di Giotto ya Katedrala Santa Maria del Fiore (wêne ji Girê Michelangelo hatiye kişandin).

Ew di sala 1296an de bi şêwaza gotîk bi sêwirana Arnolfo di Cambio hate destpê kirin û ji hêla strukturî ve di sala 1436an de hate qedandin. Beşa paşîn a lêzêdekirî qubeya Filippo Brunelleschi bû. Derveyê basilîkê bi panelên mermer ên polîkromî yên bi rengên kesk û pembe hatine xemilandin, yên ku bi mermerê spî ve hatiye dorpêç kirin. Rûyê xwe yê gotîk ê sedsala 19an ji hêla Emilio De Fabris ve hatiye çêkirin.

Kompleksa katedralê ya li Piazza del Duomo avahiyên Battistero di San Giovanni û Campanile di Giotto vedigire. Ev sê avahî beşek in ji Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê ku navenda dîrokî ya Firenzeyê vedihewîne û seyrangehek geştiyar a Toskana ye. Basilika yek ji dêrên herî mezin ên Îtlayayê ye, û heya pêşkeftina materyalên nû yên avahîsaziyê di serdema nûjen de, qubeya herî mezin a cîhanê bû. Ew qubeya herî mezin e ku heya niha bi tuxleyan hatiye çêkirin.

Katedral dêra sereke ya Archidioecesis Florentina ye, ku serpîskoposêGiuseppe Betori ye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Duomo di Firenze – A View On Cities" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.