Karl Barth
Karl Barth (10 gulan 1886, Basel, Swîsre - 10 kanûna pêşîn 1968, Basel) dînnasekî protestan ê swîsrî bû.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Goristana Hörnli (d) |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Göttingenê (en) |
Pîşe | |
Bav |
Fritz Barth (d) |
Xwişk û bira | |
Hevjîn |
Nelly Barth (d) |
Xizm |
Theodor Barth (d) (cousin) |
Karder | |
Partiyên siyasî |
Social Democratic Party of Switzerland (en) (dp. ) Partiya Sosyaldemokrat a Almanya (dp. ) |
Endamê | |
Bandorbar |
Anselm of Canterbury (en), Jean Calvin, Friedrich Schleiermacher (en), Søren Kierkegaard, Adolf von Harnack (en), Christoph Blumhardt (en), Georg Wilhelm Friedrich Hegel |
Xelat | Lîsteya berfireh Honorary doctor of the University of Oxford (d) Honorary doctorate from the University of Geneva (d) Honorary doctor of the University of Chicago Honorary doctor of the University of Edinburgh Fellow of the American Academy of Arts and Sciences (d) Honorary doctor of the University of St Andrews (d) Honorary doctorate of the University of Glasgow (d) Honorary doctor of the University of Münster (d) Honorary doctor of the University of Utrecht (d) Doctor honoris causa of the University of Strasbourg (d) () Doctor honoris causa from the University of Paris (d) () Sonning Prize (en) () Sigmund Freud Prize (en) () |
The Epistle to the Romans (d) |
Barth ji sala 1911ê ve wek sosyalîstekî tundrawdemokrat çalak bû. Ji sala 1914an de wî ji dînnasiya lîberal a almanî ya mamosteyên xwe yên ku piştgiriya Şerê Cîhanî yê Yekem kiribûn şikand. Wî bi şîroveyên xwe yên li ser Nameya ji Romayiyan re (Der Römerbrief, 1919/1922) dînnasiya diyalektîk ava kir.
Kurê profesorê dînnasiyê, li Bern, Berlîn, Tübingen û Marburgê xwendina xwe dişopîne. Di sala 1904an de li Jenevê dibe keşe. Ew bi tevlî Partiya civaka demokratîk dibe û ji bona civakeke nûjen dixebite.
Di sala 1921ê de li Götingenê (Almanya) dibe profesorê dînnasiyê. Di salên 1919an de wî şîroveya Nameya ji Romayiyan re derxist. Ev yek bû sedema rexneyên giran û li sînorên dêra reformîst jî nesekinîn. Di sala 1932an de beşa yekem a Kirchliche Dogmatik (Dogmatîka Dêrane) derxist. Berhemek bê dawî ku bi heta dawiya jiyana xwe li serê xebitiye. Ev xebata baldar wî ji rastiya wextê wî qut nake. Barth dînnasiyê têkilî jiyana rojane dike.
Di 1934an de ew nivîskarê sereke yê danezana Barmen e. Danezana Barmen nivîsek e ku muhalefeta xiristiyanan li dijî nazîstan nîşan dide. Di 1935an de ew vedigere Swîsreyê û wek profesorê dînnasiyê li Zanîngeha Baselê kar dike.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |