Kapela Sîkstînî
Kapela Sîkstînî yan Kapela Sîstînî (bi latînî: Sacellum Sixtinum; bi îtalî: Capella Sistina) kapeleke Vatîkanê ye ya ku di navbera 1473-1481'ê de ji aliyê papa Sîkstûsê çarem (Sixtus IV) ve hat avakirin.

Freska Michelangelo ya bi navê Roja Axretê li Kapela Sîkstînî ye
Di kapelê de freskên hunermendê florensî Michelangelo yên bi navê "Roja Axretê" (1530-1541) tên dîtin.