Kalîpso (yewnanî: Καλυψω, Kalypso, latînî: Kalipso) di mîtolojiya yewnanî de yek ji xwedawendên biçûk e. Desthilatdarê girava efsaneyî Ogîgîayê ye. Yek ji keçên Tîtan Atlasê ye. An go ew keçekî Okeanos ê.[1]

Kalîpso
Καλυψώ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstOdîseya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Zarok
  • Nausîtoos
  • Nausînoos
  • Auson
  • Latînos
  • Têlegonos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Kalîpso Têlemaxosê digre li girava xwe.

Kalîpso û Odîseus biguhêre

Odîseus piştî Şerê Troyayê û hinek serpêhatiyên xwe bi tenê li ser giravekê hişyar bû. Ev girava Kalîpsoyê bû, Kalîpso xwest ku Odîseus bibe mêrê wê, li hemberê vê qenciyê ti nemirtiyê bida wî. Odîseus vê yekê qebûl kir lê zehf derbas nebû bêriya jin û zaroka xwe kir. Lê Kalîpso wî berneda, heft sal ma li wê giravê û neçarî mêranî ji Kalîpsoyê re kir.

Piştî heft salan Atênê ji bavê xwe Zeusî azadkirina Odîseusî xwest. Zeus qebûl kir, Hermêsê şande pê. Kalîpso dilneçûyî fermana Zeusî kir. Cara dawî li şikefta Kalîpsoyê bûn jin û mêr, paşê Odîseus pê pelemekî kete rê.

Piştî çûyîna Odîseus du zarokên Kalîpsoyê ji Odîseusê çêbû, ew Nausîtoos û Nausînoos bûn.[2]

Çavkanî biguhêre