Kîrmiço
Kîrmiço (bi navê xwe yê latînî Biarum tenuifolium)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Monocots
Kom: Alismatales
Famîle: Araceae
Binefamîle: Aroideae
Êl: Areae
Cins: Biarum
Cure: Biarum tenuifolium
Navê zanistî yê latînî
Biarum tenuifolium
L.

Kîrmiço riweke gelekî rût û qewin e. Navên vî gihayî yên din, kîrê kalo û ereblepo ye.

Vexuyana kîrmiço biguhêre

Koka xwe mezin û gilover e û lewma wekî pîvazeke xûya dike. Laskên xwe di bin erdê digihêjine heta pênc sanrîmetreyan. Pelgên xwe yên dirêj û elîpsî ji kûlîlkdana riwekê bisunde cêdibin û dirêjbûna wan digihêje heta 20 santîmetreyan. Pelg di binê riwekê dibin yek û wekî boriyeke (ku dirêjbûna xwe heta şeş santîmetreyan e) xûya dikin. Rûye xwe yê ku di hindur ve disekine dirêj û zirav e û bi rengê erxewanê ye, lê belê rûyê xwe yê derve kesk e.

Dimsika Kîrmiço ku rengê xwe erxewan e (heger ne hişk be) zirav û dirêj e, dîk disekine û li hemberî ezmên dinêre. Mezinahiya wê digihêje heta 16 santîmetreyan û qalindbûna wê jî sê mîlîmetre ye. Mêweyên Kîrmiço yan gewr yanjî kesk dibin.

Cihên kîrmiço ên xwezayî biguhêre

Kîrmiço bi giranî li derdora Behra Spî, li Kurdistan, Fransa û Sardînyayê tê dîtin.