John Boyd Orr
John Boyd Orr, 1em Baron Boyd Orr CH DSO MC FRS FRSE (jdb. 23ê îlonê 1880an li Kilmaurs, Skotlenda - m. 25ê hezîranê 1971ê li Newton a nêzîkî Brechin) bijîşk û biyologekî skotlendî bû. Sala 1949î Xelata Nobel a aşitiyê girtiye. Perwerdeya fîlozfî, bijîşkî û zanistiyên xwezayê dîtiye. Bi xwe lawê cotyarek bû. Armanca wî ya yekem bipêşxistina teknîkên cotyarî û ajalvaniyê bû. Wî ceribandin dikir û dawiyê de di xwedîkirina ajalan de gavên nûjen da avêtin. Di warê nûjenkirina cotyarî, masîgeriyê de jî bûye kesekî navdar. Di saziyên dûgelê de xebitiye.
The Right Honourable The Lord Boyd Orr CH DSO MC FRS FRSE | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî |
|
Jidayikbûn |
23ê îlonê 1880an |
Mirin |
25ê hezîranê 1971ê (90 salî) Edzell , Angus |
Hevwelatî |
![]() |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Meqam | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Ew herwekî di warê polîtîka û fîlozofiyê de jî bi wêrekî tevdigere. Tevlî çalakiyên dijî şer û sazûmaniyên êrîşkar dibe.