Ji dengbêj Fadilê Kufragî destan û çîrokên kurdî

Ji dengbêj Fadilê Kufragî destan û çîrokên kurdî, anku Destan û çîrokên kurdî ji dengbêj Fadilê Kufragî pirtûka ku ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derket. Ev berhem ji çîrok û kilamên Fadilê Kufragî hatiye pê. Ango ji çîrok û kilamên ku ji ber dengê wî hatine nivîsîn pêk tê. Çîrokên ku di vê pirtûkê de ne, ji aliyê gelek dengbêjan ve hatine gotin û hîna jî tên gotin, dibe ku gelek kesan li herêmên cihê cihê ev kilam û çîrok bihîstibin. Lê her dengbêj bi awayê xwe dibêje û li her herêmê cihê cihê tên gotin. Jixwe gava ku hûn pirtûkê bixwînin hûn ê hem rastî taybetiyên herêmê û hem jî rastî yên dengbêj bên.

Ji dengbêj Fadilê Kufragî destan û çîrokên kurdî
Nivîskar Hogir Berbir
Şêwe Destan û çîrok
Sernivîser Azad Zal
Sererastkirin Semra Ozbey - Serwet Denîz
Ziman Kurdî
Dîrok Nîsan 2007
Rûpel 272
Wêneçêker Fadilê Kufragî û mala wî
Pîvan 16 x 23,5 cm
ISBN ISBN 978-975-98532-9-7

Pirtûk bi hevpeyvînek dest pê dike. Berhevkarê pirtûkê Hogir Berbir hevpeyvînek bi sernavê Dengbêjî Hunera Vegotinê ye bi Fadilê Kufragî re kiriye û ev wekî pêşgotin di pirtûkê de cih girtiye. Destan û Çîrokên ji dengbêj hatine guhdarî kirin û hatine deşîfrekirin ji gencîneya Zargotina Kurdî ne. Ji “Îslim Xatûna Qereçî û Cefer Efendî” heta “Tahar û Zahar”, “Eşqa Zeroya File û Mehmed Eliyê Girover”, “Xezal û Teyar Axa”, “Şerê Kûrana Bişêriyê”, “Gulîzera Kurda û Elê Melê”, “Xezalê û Husên Axayê Botî” û wekî vanan 18 destan û çîrokên ku di Zargotina Kurdî de cihêrengiya wan heye di pirtûkê de cih girtine.

Xebatkarê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Hogir Berbir van destan û çîrokan ji Dêrika Çiyayê Mazî, herêma Mêrdînê berhev kiriye.

Fadilê Kufragî, ji eşîra Îzolî ye. Eşîra wan di sala 1810-20an de ji Meletiyê diçe gundê Kufragê ya ku niha ser bi Şemrexa Mêrdînê ve ye. Lê ji ber çi bar dikin nayê zanîn. Du bira û xwişkek Fadil heye. Di 1948ê de hatiye dinyê û hîn sax e. Di 40 rojiya xwe de çavên xwe wenda dike û hîn kor e. Di 18-20 saliya xwe de xwişka xwe ji xwe re dike berdêlî û dizewice. Ji xeynî keç û lawekî ku wenda kiriye, niha bavê 4 law û 3 keçan e. Her 3 keç û 2 lawê xwe zewicandiye. Di 1993yê de ji Kufragê bar dike û diçe Qoserê û niha jî li Qoserê dijî. Di 13 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, di 15 saliya xwe de fêm dike ku kor e û hîna jî dengbêjiyê didomîne. Gundê Kufragê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê de ye û gund ji her du navçeyan zêde ne dûr e. Debar û pîşeya çîrokbêj 200 elb erd û rez e. Xwendin û nivîsandina wî tune ye[1].

Çavkaniyên ku wî ev berhem jê girtine: Hesenê Cêzwê, Etmanê Kufragî, Dawidê Gir, Fehmiyê Elê (Fehmiyê Borbore), Osmanê Qanêhevsê, Hemîdê Huseynê Mazîdaxî, Evdilayê Şêxoyê Ziznî, Ehmedê Sebriyê Sêwsê...

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Ji dengbêj Fadilê Kufragî destan û çîrokên kurdî. Berhevkar Hogir Berbir, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2007.