Jenifer Beals, (jdb. 19ê kanûna pêşîn a 1963an; Şîkago, Illinois) lîstikvan û modelekê Amerîkî ye.

Jennifer Beals
Jennifer Beals (2009)
Jidayikbûn19ê kanûna pêşîn a 1963an (60 salî)
EsilAfro-Amerîkî
PerwerdeFrancis W. Parker School, Zanîngeha Yaleyê
PîşeLîstikvan, model
Salên çalak1980–niha
HevjînAlexandre Rockwell (1986–1996) Ken Dixon (1998)
Malperjennifer-beals.com/
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Jenifer Beals, di 19ê kanûna pêşîn a 1963an de li Şîkago, Illinois ji dayik bû.[1] û keça bavekî reşikî û dayikek îrlendî ye.[2] Beals, xwendina xweya dibistana navîn li dibistana Francis W. Parker qedand.[3]

Berî tevlêbûna karsaziya pêşangehê demek dirêj nênêrvaniya zarokan kir û demekî kurt jî wekî model xebitî. Dema ku di sala 1983an de li Zanîngeha Yaleyê beşa edebiyatê dixwenda bi rola Alex Owens, di fîlmê Flashdance rol wergirt. Fîlma Flashdance wek fîlimê herî baş a 1983an hate diyarkirin. Jenifer Beals bi vê fîlmê bû stêrkekî fîlmê ya Hollywoodê[4]

Beals, jibo ku perwerdehiya xwe ya Zanîngeha Yaleyê xilas bike, kariyera xwe ya lîstikvaniyê demekê da sekinandin. Piştê perwerdeya zanîngehê zêdetirî 50 fîlimên kêm-naskirî û projeyên serbixwe de derket pêşberî temaşevanan.[3]

Jennifer Beals di sala 1986an de bi Alexandre Rockwell re zewicî. Wê bi mêrê xwe re di fîlima Îtalyayî Caro Diario de, bi derhêneriya Nanî Moretti de leyîst. Ew çiqas zimanê Îtalî nizanibe jî, lê dîsa wergerandina wî ya Îtalî û îngilîzî gelekî serkevtî hate dîtin û di hinek çapemeniyan de hatiye ziman ku Beals bi Îtalî pir xweş diaxive. Di 1996an de ji Alexandre Rockwell veqetiya.

Jennifer Beals hevala nêzîk a Quentin Tarantino ye. Tê zanîn ku Quentin Tarantino berî kişandina fîlma bi navê Fiction Erzan demek dirêj li mala Beals ma û li ramanên wî yên li ser fîlman geriya. Beals û Tarantino di fîlma Çar ode de bi hevre rol wergirtin.

Di sala 1998an de bi Kevin Dixon re zewicî. Du zarokên wê jî ji zewacek berê heye. Di çirî ya 2005an de zaroka wî ya (keç) yekem hatiye dinê. Ji ber ku girîngiya dide malbat û jiyana xwe ya taybet, Beals navê keça xwe û dîroka rastîn a ji dayikbûnê eşkere nekir.

Ji sala 2006an ve, Beals yek ji lîstikvanên sereke yê rêzefîlma TV The L Word bû. Di 2006an de di fîlimên "Grudge 2" û "Wateyên Troubled" de jî derkete pêşberî temaşevanan.

Fîlmografî biguhêre

Fîlm biguhêre

Fîlmên wê
Sal Sernav Rol Nîşe
1980 My Bodyguard Clifford's Friend Neqebûlkirî
1983 Flashdance Alex Owens
1985 The Bride Eva Namzed- Xelata Razzie bo Worst Actress
1988 The Gamble Lady Olivia Candioni a.k.a. La Partita
1988 Split Decisions Barbara Uribe
1989 Vampire's Kiss Rachel
1989 Sons Transgender
1990 Dr. M Sonja Vogler
1991 Blood and Concrete Mona
1992 In the Soup Angelica Pena
1992 Day of Atonement Joyce
1993 Caro diario Herself
1994 Dead on Sight Rebecca Darcy
1994 Mrs. Parker and the Vicious Circle Gertrude Benchley
1994 The Search for One-eye Jimmy Ellen
1995 Four Rooms Angela
1995 Let It Be Me Emily Taylor
1995 Devil in a Blue Dress Daphne Monet Namzedê Xelata Wêneyê NAACP ya Lîstikvana Herî Serketî ya Di Sînemayê de
1995 Arabian Knight Princess YumYum Dengan
1997 Wishful Thinking Elizabeth
1998 Body and Soul Gina
1998 The Prophecy II Valerie Rosales
1998 The Last Days of Disco Nina
1999 Something More Lisa
1999 Turbulence 2: Fear of Flying Jessica
2000 Militia Julie Sanders
2001 Out of Line Parole Officer Jenny Capitanas
2001 The Anniversary Party Gina Taylor
2002 13 Moons Suzi
2002 Roger Dodger Sophie
2002 They Shoot Divas, Don't They? Sloan McBride
2003 Runaway Jury Vanessa Lembeck
2004 Catch That Kid Molly
2005 Break a Leg Juliet
2005 Desolation Sound Elizabeth Storey
2006 The Grudge 2 Trish
2006 Troubled Waters Special Agent Jennifer Beck
2009 Queen to Play L'Américaine
2010 The Book of Eli Claudia
2010 A Night for Dying Tigers Melanie
2013 Cinemanovels Clementine Independent film
2015 Full Out Coach Val
2015 The Laws of the Universe Part 0 Inkar şanoya bi sînor[5][6]
2016 Manhattan Night Lisa Wren
2017 Before I Fall Mrs. Kingston
2018 The White Orchid Vivian
2019 After Karen Scott

Televîzyon biguhêre

Fîlm, û rêzefîlmên televîzyonê
Sal Sernav Rol Nîşe
1985 Faerie Tale Theatre Cinderella Beşa: "Cinderella"
1990 The Madonna and the Dragon Patty Meredith Fîlma televîzyonê
1992 2000 Malibu Road Perry Quinn Rola sereke
1992 Indecency Ellie Shaw Fîlma televîzyonê
1992 Şablon:Interlanguage link multi Virginia Fîlma televîzyonê
1993 Night Owl Julia Fîlma televîzyonê
1997 The Outer Limits Robin Dysart Beşa: Laşên Delîl
1997 The Twilight of the Golds Suzanne Stein Fîlmê Televîzyonê

Xelata Satelayê ya Lîstikvana Herî Baş - Kêmasî an Fîlimê Televîzyonê

1997–1998 Nothing Sacred Justine Madsen Judd 2 beş
1998 The Spree Xinia Kelly
1999 The Hunger Jane Beşa: "She Wê Dikeniya"
2000 Without Malice Samantha Wilkes Fîlma televîzyonê
2000 A House Divided Amanda Dickson
2001 The Big House Lorraine Brewster Fîlma televîzyonê
2001 After the Storm Mrs. Gavotte Fîlma televîzyonê
2001 The Feast of All Saints Dolly Rose Fîlma televîzyonê
2002 They Shoot Divas, Don't They? Sloan McBride Fîlma televîzyonê
2004–09 The L Word Bette Porter Rola sereke

Namzetkirî - Xelata Wêne ya NAACP ji bo Lîstikvana Herî Serketî Di Rêzefîlmek Drama (2007–08)

Namzedkirî - Xelata Satelî ya Lîstikvana Herî Baş - Drama ya Televizyon

2004 Frasier Dr. Anne Ranberg 2 beş
2007 Law & Order Sofia Archer Beşê: "Doza Xêrxwaziyê"
2007 My Name Is Sarah Sarah Winston Fîlma televîzyonê
2009–11 Lie to Me Zoe Landau Rola dubare (6 beş)
2010 The Night Before the Night Before Christmas Angela Fox Fîlma televîzyonê
2011 The Chicago Code Teresa Colvin Rola sereke
2012 Castle CIA Agent Sophia Turner 2 beş
2012–13 Lauren[7] Major Jo Stone Rola sereke 10 beş
2012–13 The Mob Doctor Celeste LaPree Kasta dubare, 4 beş
2013 Westside Lisa Carver Pîlotê TVyê nayê firotin
2014 Motive Sophia Balfur Beşa: "Wan Min Kir Sûcdar"
2014 A Wife's Nightmare Liz Fîlma televîzyonê
2015 Proof Dr. Carolyn Tyler Rola pêşeng
2016 The Night Shift Dr. Syd Jennings Karaktera dubare (sezon 3)
2017–18 Taken Christina Hart Rola sereke (26 beş)
2017 The Last Tycoon Margo Taft Karaktera dubare (sezon 1)
2019 Swamp Thing Lucilia Cable Rola sereke
2019–present The L Word: Generation Q Bette Porter Rola sereke

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Jennifer Beals". Biography (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "AfterEllen.com - Jennifer Beals Tackles Issues of Race, Sexuality on The L Word". web.archive.org. 7 adar 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 adar 2012. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ a b "Jennifer Beals | TV Guide". TVGuide.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2020.
  4. ^ "Jennifer Beals: Bringing it all back home". Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2020.
  5. ^ Ressler, Karen (26 îlon 2015). "The Laws of the Universe Anime Film Casts Dylan McDermott, Jennifer Beals, Tom Kenny". Anime News Network. Roja gihiştinê 28 sibat 2016.
  6. ^ HS Pictures Studio (15 çiriya pêşîn 2015). The Laws of the Universe ‐ Part0 [Field Making video and VOICE DIRECTOR & CAST talks the movie]. Roja gihiştinê 28 sibat 2016 – bi riya YouTube.
  7. ^ "WIGS". YouTube. 29 çiriya paşîn 2005. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2013.