Cîns

(Ji Jeans hat beralîkirin)

Cîns, şalê kot navê cure şalek e. Ji cawê amerkan (denim) tê dirûtin. Ji ber ku berê ji cawê amerkan, tenê ev pantolon hatiye Kurdistanê, kurd ji qumaşê wê re jî jeans an kot dibêjin. Bandora zimanê romî (tirkî) jî bûye. Ango him ji vê qumaşê re cîns tê gotin, him jî cilûbergên ji wê tên çêkirin. Cawê amerkan bestirek ji pembûyê ye, rengê wê şîn e. Qumaşeke çorsane (sade) ye.

Blue Jeans li Kurdistanê jî navdar e
Cawê denim
Cîns li ser bebikên vîtrînên firoşgehê

Bingeha navê wê

biguhêre

Ji bajarê Genuayê (bilêvkirina fransî Gênes) navê xwe girtiye. Bajereke Îtalyayê ye, ji wir derbasê DYAyê bûye. Levi Strauss sala 1847'ê wekî koçber diçe San Fransiscoyê. Ew li wir bo karkeran kincekê xebatê didirû ku ev jî cîns e. Ji wir belav dibe.

Sala 1872 dirûtinên parçeyan bi perçînên hesinî tên perçînkirin. Sala 1920'ê bêjeya Blue Jeans belav dibe. Di salên 1930'yî de cureyên bêî kemerê tên bikaranîn derdikevin. Di demekê kurt de ev şal wekî semboleke ciwanî û prorestokirinê tê dîtin.

Eskerên amerîkayê di Şerê Cîhanî yê Duyem de dibin Ewropayê, li wir jî belav dibe. Aktorên fîlmê James Dean û Marlon Brando jî di belavbûna vê şalê de bandora xwe dikin. Li Komara Demokratîk a Almanyayê li dibistan û mercên fermîtî de xwekirina wê tê qedexekirin. Yekemîn car sala 1948'ê li Ewropayê hilberîna wê tê kirin.

Hin ji markayên jeansê yên navdar

biguhêre
  • JOKER Jeans
  • H.I.S Jeans
  • Diesel (jeans)
  • Levi's
  • Lee
  • Wrangler
  • Mustang
  • Snake Jeans
  • MAC Jeans
  • Pioneer
  • Replay
  • G-Star
  • Freeman T. Porter,
  • Mogul (Jeans)
  • Energie
  • Edwin (îro Blue One)
  • 7 for all mankind,
  • Miss Sixty,
  • Mavi Jeans
  • Pepe Jeans London
  • Meltin Pot
  • ONLY
  • Paddocks
  • US Top
  • Nudie
  • B-US Jeans
  • Sugarcane
  • Evisu

Hin cureyên navdar ên şalên kotê

biguhêre

Çavkanî

biguhêre