Janar albûma 6.emîn ya Rotîndayê.

Stranên albûma "Janar" mixabin tama stranên wek "Diçim diçim" ,"Na na" û "Çi bikim" a "Sîser"ê, "Benda teme","Bihuşt", "Gimgimê" ya "Naygotin" an jî "Felek" ,"Li te gerîyam" û "Şehnaz"a "Li te gerîyam" nade.

"Jan-ar" ji alîye hunermendekî nû ve hatibûya çêkirin em dikarîbûn

Di "Janar" de 12 stran cîh digrin.Di albûma "Sîser" de newayên cazz di "Naygotin " de jî newayên rock bi avayekî biaheng hatibû pêşkeş kirin Rotîndayê de."Li te gerîyam" jî ne wek wan 2 albûman be jî jî di hundirê xwe de xwedî ahengê bû.

Di her albûma Rotînda de derketina pêş ya şêwazekî ji aliyê pêşketina muzîkê de nîşaneyek baş bû.Her wiha di albûmên "Naygotin" û "Li te gerîyam" de bikaranîna koma kemanan ya senfonîk jî kurahî û bedewîyek nû tevî muzîka Rotînda dikir.

Lê di "Janar" de tevlîheviya bêqerariyê şêwazê xwe nîşan daye.Di "Janar" motîfên pop-dîsko jî bi piranî hatine bikaranîn lê mixabin ji aliyê sound û aranjeyê de ji asta muzîka cîhanê paş de maye.

Wek tê zanîn teybetmendiya muzîka Rotînda de "peyam dan" jî cihekî girîng digre.Peyam dan bo tevgera rizgarÎya Kurdistanê û bo hişmendiya gel rolekî pozÎtîf dileyze.Lê endîşeya "peyam dan" ê di "Janar" bi rê li ber vebûnên nû girtîye.

Di albûmê stranên wek "Zanîbû","Biçilmisî","Tu" çend stranên balkeşin û derdikevin pêş.

Di albûmên Kurdî de mijarek heye ku hevgirtina Kurdî bûna wan albûman xirab dike,ew jî xwendina stranên bi zimanên din e.Li bakûr piranî stranên Tirkî tê xwendin.Ev nexweşî li başûrê Kurdistanê jî bi xwendina stranên Erebî ,Farsî an jî Englîzî rû da ye.

Rotînda jî di "Janar" de stranekî Tirkî(bi zaravaya ezerî) xwendîye.Berga(grafîka bergê) albûma Rotînda jî bi pêşketina muzîka Kurdî ya demên dawî û bi cihê Rotînda yê di muzîka Kurdî de li hev nehatîye.Di spasnameya bergê de jî gelek xeletiyên rêzimanî heye.Bi taybetî hemû tîpên "î" wekî "i" hatine nivîsandin.Her wiha di beşa orkesrayê de jî bi avayekÎ bêwate zimanê Tirkî hatîye bi karanîn.Wekî mînak li şûna "gîtara bê perde" "Perdesiz gitar" an jî li şûna "şêwira nîgarî" "girafik tasarım" an jî li şûna "çap" "baskı" hatîye bikaranîn.

Bê gûman belkî berga albûmê ne ewqas girînge.Lê em biçûk bûna bazara muzîka Kurdî pirsgirêka mp3'an bidin berçevan divê hunermend û çêkerên kurd hin zêdetir girîngiyê bo mijarên wisa û rêbazên bazargeriyê. Kes ji çêkerên muzîka kurdî ji hêzên wan zêdetir xebat hêvî nakin lê kêmasiya wan a herî mezin baş bikarneanîna delfetên heyî ne.

Janar li gel hemû kêmasiyên xwe dewlemendîyek nû tevî muzîka kurdî jî dike.

Girêdanên derve biguhêre