Jajiya kerengê pêxwarineke pêjgeha kurd e. Helbet mirov dikare tenê jî bîne ser destexaneyê (sifre). Kereng bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê, Serhed û Xerzanê pirr e. Kereng bi gelek xwarekên xwe pêjgeha kurd dixemilîne.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

Çêkirin biguhêre

Kerengê hûr bikin, bixaşînin, bidarivînin û biguvêşînin. Xwê pê werbikin û têxin eyarê (çalemeşk). Heger eyar nîne bikin kûpekê. Mast berdin navê û devê eyar an kûpê bigirin. Bila bi qasî 10 rojan tê de bimîne. Paşê hûn dikarin wekî pêxwarinekê bikarbînin.