Huseynîk

Gundekî Lîceya Diyarbekirê

Husênik ango bi navê kevnare Qulî (bi tirkî: Arıklı), gundekî girêdayî ser navçeya Licê ya Amedê ye.

Qulî-Husênik
Arıklı
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Amed
Navçe Licê
Nahiye Licê (navend)
Hejmara mezran 1 mezre
Demografî
Gelhe (2012) 89[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 38°23′30″Bk 40°35′16″Rh / 38.39167°Bk 40.58778°Rh / 38.39167; 40.58778
Bilindayî 925 m
Koda postayê 21700
Koda telefonê (+90) 412
Qulî-Husênik li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qulî-Husênik
Qulî-Husênik
Qulî-Husênik (Tirkiye)
Map

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2012 89
2011 71
1990 739
1985 653

Dîroka gund biguhêre

Husênik, ango bi navê kevnare Qulî, gundek dîrokî û kevn e. Dikeve başûrê rojavayê Licê. Ji Licê 15 km, ji Amedê 78 km dûr e. Di nav gundên Licê de yek ji gundê herî kevn û dîrokî ye.

Bi navê Goma Çelebî mezreyek wê heye.

Gund, serê pêşî beriya zayînê di navbera 3000 û 1260'an da di serdema jiyana şikeftan da bi mirovahiyê ra hatiye nasîn. Li gund gelek şopên ber bi çav ê ji serdema çakûç û bizmar hene. Li gund bermahiya herî ber bi çav Nawis e. Nawis, Şikeft, Qul û Hûr di heman wateyê da ne. Tê zanîn kevira bingehîn a Sûrên Amedê ji aliyê Hûriyan ve hatiye lêkirin. Di heman demê da xelkê ku ewilî li herêma Licê bi cih bûne yek jê Hûrî ne. Hûrî, ji civaka ku di Hûr, Qul, Şikeft û Nawisan da jiyane ra tê gotin. Her weha navê xwe ji hunera xwe ya kolandinê girtine û weke Mîtanî, Ûrartû, Medî û Persiyan, ew jî bavkalikê Kurdan in. Hûrî, Qulî, Şikeftî û Nawisî hemwate ne. Piştî jiyana Qul û Şikeftan li herêmê jiyana xaniyên hişkeber a xicîkî destpê dike. Li herêma Serê Bîrê xirabe û şopên ji van xaniyên hişkeber ên kevnare hatine çêkirin hene. Li Serê Bîrê û Berê Nawisê xirabe û mezelên kevn hene. Ji bilî vana li herêmên wek Kevirê Kewan, Heslanî, Kevirê Reş û Newala Goman jî xirabeyên ji serdemên berê yê dîroka wan nayê zanîn hene.

Di derbarê jiyana gundiyên Qulî da zêde şopên berbiçav tunene meriv lê zêde bike lê Nawis bermahî û çavkaniya herî zelal e.

Di derbarê jiyana gundiyên Serê Bîrê da jî zêde çavkaniyeke zelal tune. Lê li gor gotinên mezinan û şopên berbiçav ê xirabeyan tê fêmkirin, gund ji du taxan pêk hatiye. Di derbarê dutaxbûna gund da rîvayetên têne gotin dibêjin şêniyên van herdû taxan ne ji heman mezhebî bûn e. Digel vê jî tifaqa wan tifaqeke dostanî û bêhempa bûye. Wisa bi hev bawer û bi hev ewle bûne ku tu caran deriyên xwe ji ber hevdu negirtin e.

Gundiyên Husênikê yên berê jî bi xwedîkirina pez û dewaran, bi çerçîtî û bazirganiyê, bi çandina genim û rêncberiya rezan debara xwe kirin e. Rezên Husênikê gelek in û bi nav û deng in.

Gund bi giştî herêmeke çiyayî û stratejîk e. Her çiqas tu şopên ber bi çav ê ji mirovên serdema neolîtîk tune bin jî, gelek şûnwarên wê serdemê li herêmê wek keleh, nawîs, şikeft û sarinc hene.

Li gorî dîroka Kurdên Merwaniyan, di navbera salên 985 û 1086'an ( Piştî Zayînê ) de, dema Entax sencaxa Farqînê bûye, gundê Husênikê jî şên bûye û girêdayî Entaxê bûye. Di sala 1871'ê de, gund bi Licê ve tê girêdan.

Piştî Împaratoriya Romê herêmê bi dest dixe, bi dek û dolaban bêtifaqiyê dikin nav gelê herêmê.

Hema hema piştî sala 1086'an ku Rom li herêmê hukim dikin, bi lîstikên qirêj dixwazin gundên bi kêr perçe bikin û bêtifaqiyê bikin nava wan. Tê gotin di wê demê de Împaratoriya Romê di bin desthilatdariya Keyser de bûye.

Keyserê Romê, bi plansaziyên cûrbecûr qirêj bêtifaqiyê dike nav xelkê heremê. Yek ji wan planên wî yên qirêj jî li ser gundê Serê Bîrê hatiye kirin.

Li gor rîvayetên têne gotin dibêjin; rojekê yekîneyek a leşkerî ya girêdayî Keyserê Romê diçin gundê Serê Bîrê ku ji gundiyan hêkan bistînin. Çiqas hêk di gund de hene distînin û diçin. Piştî ji gund derdikevin plana xwe ya qirêj dikin meriyetê û ji Neqeba Sor vedigerine gund. Hêkên ku ji gundiyan sandine hemûyan dîsa li gundiyan vedigerînin. Armanca wan ew e ku tifaqa gundiyan xira bikin. Ji bo ku hêk ji bo gundiyan sembola pîroziyê ne bi taybet vê dikin. Bi vegerandina hêkan jin û bûkên gundiyan pevdiçin û di navbera wan da xisûmetî çêdibe. Piştî vê plana qirêj, navbera gundiyên Serê Bîrê xira dibe û bêtifaqî dikeve nava wan.

Dîsa li gor rîvayetê tê gotin gund bi vê planê tê xirakirin û wêran dibe. Ji gund, tenê jineke ducanî ya xilas dibe. Ev jin bi eslê xwe ji gundê Tilê bûye û bûka gund bûye.

Piştî xirakirina gund, jinik vedigere gundê Tilê mala bavê xwe. Demekê şûnda xweda lawekî dide kê û navê Husên lê datîne. Husên mezin dibe û dibe xortekî çeleng û bi kêr.

Tê gotin dibêjin; Husên, rojekê bi zarokên gundiyan re pevdiçe û li zarokekî dixe. Piştî vê bûyerê, gundî bi ser mala Husên da digirin, tehdahî û heqaretê li wan dikin. Dibêjinê kes nizane mezelê bavê te li ku ye tu hatiyî li gundê me mêrxasî û heqaretê li zarokên me dikî. Husên ji dayîka xwe re vê rewşê dibêje:

- Dayîka min, ka ji min re bêje bê bavê min kî ye? Çi bi serê wî da hatiye? Mezelê wî li ku derê ye? Gundê me li ku derê ye?

Dayîka Husên jî ji serî heta binî jê re meselê dibêje û ji Tilê bardikin, diçin gundê Husênikê ji nû ve şên dikin.

Ji ber ku gundê Serê Bîrê ji Tilê xuya nake, bavkalê Husên dibêje: "Ji bo em di mereqê de nemînin xaniyê xwe li diyar çêkin, gava çira we vêketî xuya bike em ê bizanibin ku hun sax in."

Di derbarê vê dîrokê de çavkaniyeke zelal tune. Tê gotin ku di dema xelayê de bûye.

Piştî ku Husên û dayîka xwe ji nû ve gund şên dikin, Husên dizewice.

Tê gotin heft heb lawê Husên hebûne û her heft jî zewicandî bûn e. Gava ge nangiranî û xela çêdibe, eşîr û mîrên ku li herêmê hêzdar bûne xişir (zêr û zîv) di ber genim û garis de dane. Gava ge karwanên mîr û began di gund da derbas dibin hemû bûkên Husên çi di malê de hene difroşin didin bi xişir û di kuwaran de vedişêrin.

Tê gotin rojekî Mîrê Hezroyê bi 40 siwaran ve tê li mala Husên dibe mêvan. Husên jî dizane xwarin û pêxwarineke îkramê mêvanê xwe bike tune. Ji xem û qehran serê xwe dike ber xwe û difikire. Jina wî jê ra dibêje: "Husên! Çima te serê xwe kiriye ber xwe û difikirî? Serê xwe bilind bike. Qey tu mêrê vê rewşê yî? Bi hezaran mêvanên te bihatana serê te bilind bû. Wekî her carê bila serê te bilind be."

Nexwe jina wî hesabê rojên xirab kiriye û zexîre veşartiye. Jina Husên radibe ji mêvanan re xwarin û vexwarinê çêdike û wan bi rê dikin. Piştî mêvan diçin Husên heft bûkên xwe top dike û serê wan dike nav zêr û zîvan û dibêje: "De bixwin! Zêr û zîv nabin şîv û nayên xwarin."

Di wê demê de nangiranî û birçîbûnî li herêmê zêdetir belav dibe. Bandora xelayê li ser malbata Husên jî çêdibe û ji birçîna hemû dimirin, tu kes ji wan namîne.

Piştî Husên, dema dizî û şelihandinê destpê dike. Di wê demê de mîr û begên ku bihêz bûne li gundî û gomiyên herêmê tehdahî û heqaretê kirine û mal û milkên wan talan kirine. Tê gotin rojekê begên aliyê Hênê bi siwarî tên derdora Qişa Qeran û Kevirê Kewan ku diziya Mala Heyderan bikin. Heyder mezinê gundê Kevirê Kewan e. Du heb lawên cêwî yên Heyder hebûne. Yek Elî û yek jî Resûl bûye. Herdû jî du xortên çeleng û egîd bûne.

Gava begên Hênê tevî siwarên xwe diçin diziya Heyderan bikin, Elî û Resûl diçin li pêşiya wan kemîn datînin û siwarekî ji wan dikujin. Piştî vê serpêhatiyê cih û war li wan xira dibe û ji Kevirê Kewan bardikin tên li herêma erdê Qulî xanî çêdikin.

Piştre bûyer û serpêhitiyên bi vî rengî zêde dibin. Heyder, bi malbatên derdorê re tê gel hev û bi hev re danûstandina tifaqê dikin. Piştî danûstandinan biryar digrin ku li hemberî dizî û talanê bibine yek.

Li gor gotinên bav û kalan gundê Husênikê yê niha serê pêşî ji heft malan pêk tê.

Gundê Husênikê ji aliyê hêzên desthilatdar ve sê caran hatiye şewitandin. Cara pêşî, di dema desthilatdariya Keyserê Romê de. Cara duyem di dema serhildana 1925'an a Şêx Saîd û hevalên wî de û herî dawî di 14'ê gulana sala 1994'an de ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye şewitandin û valakirin.

ZIYARET

Li gund, sê ziyaret hene. Ji van ziyaretan a herî mezin ziyareta gund e. Jêre dibêjin Ziyareta Diyar. Ziyaret, li tepê gund e. Bawerî pê heye ku duayên jêre bêne kirin qebûl dibin. Gundî bi navê vê ziyaretê sond dixwin.

Ziyareteka din jî di nav mezelên Xeymecan de ku wek ziyaretgaha Eyşo Fato tê gotin heye. Ziyaret, dikeve rojhilatê gund û bi qasî kîlometreyekê ji gund dûr e. Di demsalên cûda de mirov ji bo hêviyê wan bêne cih diçin ben an paçek ji kirasê xwe bi dara ziyaretê ve dikin.

Yek ji van ziyaretan jî, ziyareta Heslanî ye. Ziyaret dikeve rojavayê gund û bi qasî kîlometreyek û nîv ji gund dûr e. Bawerî pê heye ku ji gelek nexweşiyan re dibe derman.

CIHÊN DÎROKÎ

Li herêma gundê Husênikê kelehekî kevnar û dîrokî heye. Keleh, dikeve rojavayê gund û zêdetirî du kîlometreyan ji gund dûr e.

Keleh li ser rêya karwanê xeta Erzerom û Amedê, di navbera bajarê Deqyanûs û Şikeftên Birqleynê de ye.

Li nêzî xirabe û mezelên Şahqulî nawiseke dîrokî heye. Ji erdê 3-4 metre bilind e. Li ser zinareke kilsî hatiye kolandin û wek cihê spartinê hatiye bikaranîn. Di derbarê dîroka wê de agahiyên zêde zelal nînin. Lê tê gotin ku bermahiyekê ji serdema neolîtîk e.

Li Bakur û Rojhilatê Bakurê gund, li sêgoşeya gundê Husênikê, Goma Xicîkan û Pehnavê zêdetirî 10 nawis û şikeftên ji serdema neolîtîk û ji dema nû hene.

NAVÊ GUND

Di dîrokê da çar caran navê gund hatiye guhertin.

1.QULÎ

Li gor dîroka kevnar jiyana Şikeft, Qul, Hûr û Nawisan ji jiyana gund û mezreyan kevintir e.

Ev jî me piştrast dike ku xwecihiyên herî kevnar ên li gundê me bi cih bûne gelê Qulî ne.

Qulî û Hûrî ji heman medeniyetê ne û di Hûr û Qulan da jiyan e.

Bi awayê ku were fêmkirin meriv dikare bêje gundiyên herî kevn xelkê Şikeftî, Qulî, Hûrî û Nawisî ne.

Yanê însanên ku di Şikeft, Qul, Nawis û Hûran da jiyan e. Lewra jî navê gund ê herî kevn Qulî ye.

Mesela Şah û Qulî jî bi tesîra desthiladariya ereban derketiye holê.

Şah peyvek bi farisî ye û di wateya Key, Qral û hwd da tê bikaranîn. Weke mînak; KeyQulî.

Keybûnî bi bandora desthildariya ereban cihê xwe bi peyva Şah'îtiyê ra guherandiye û bûye ŞahQulî. Lê di eslê xwe da ev peyv KeyQulî ye.

2.SERÊ BÎRÊ

Serê Bîrê di dîrokê da gundê duyem e. Bi wate û bilêvkirina xwe jî bi me dide eşkerekirin ku navê xwe ji Kanî û Bîrê digire. Wekî tê zanîn bi navê Kaniya Şahqulî kaniyekî dîrokî heye li gundê kevn. Bîrekî dîrokî jî li ser rêya Karwanan heye. Ev herdû navana jî têkildarî navê gund in. Serê Bîrê, Serê Kaniyê an jî Kanîsarkê

3.HUSÊNIK

Gundê Husênik, şêngeha herî dawî ye. Gundê niha jî navê xwe ji navê lawikekê sêwî yê bi navê Husên digire. Husênik bi wateya xwe Husênê Piçûk e.

4.ARIKLI

Navê Arikli, navekî bi tirkî ye. Piştî sala 1928 û şûnda ji aliyê dewletê ve hatiye lêkirin. Ji bilî kar û barên fermî navê Arikli zêde nayê bikaranîn.

REWŞA DAWÎ

Piştî şewata 1994'an gund 9 sal vala ma û pîştî van salên zor û zehmet bi vegera çend kesan gund ji nû ve şên bû. Niha li gund zêdetirî 30, 40 mal hene. Hejmara kesên li gund dijîn 60, 70 kes in. Berî şewata 1994'an bi navê Goma Çelebî, Goma Ahmedê Tahar û Goma Mihemedê Narê sê mezreyê gund hebûn. Niha ev her sê mezre jî xirabe û vala ne.

Piştî sala 2010'an hinek şêniyê gund li nav rezê xwe û hinek kesan jî ji gund dûr xanî çêkirin. Wekî bi navê Berê Nawisê, Mala Sebahettîn û Malê Rezan nav li van malan hatiye kirin

NAVÊ CIH Û WARÊN GUND

Çayê, (Navê Herêmê ye)

Pira Çayê,

Gola Reş,

Rasta Temo,

Kevirê Kewan, (Navê girekî kew lê lîs bûn e, di heman demê de wargehekî kevnar e.)

Metpexê,

Geza Sor,

Qewşanan, (Navê Herêmê ye)

Heydersêvê,

Komelê, (Navê Herêmê ye)

Pozê Komelê,

Kevirê Eyşanê,

Avedîk, (Navê Herêmê ye)

Kaniya Avedîk,

Çirê Avedîk,

Newala Avedîk,

Rezê Avedîk,

Şiqê Mihê Hêsîgê,

Kevirê Reş,

Kaniya Qelşik,

Newala Goman, (Şêngeheke kevnar e)

Warê Pûrto, (Pûrto, kesekî koçer e)

Diyarê Zixir,

Binê Zixir

Qûça Xaçikê, (Wargehekê dîrokî ye)

Kelekê, (Kelehekî kevnar e)

Kevirê Şewqelî,

Diyarê Sekuyê,

Pozê Hincilan,

Heslanî, (Navê Herêmê ye)

Kevirê Piştiyan,

Kevirê Çortan,

Kozika Pûş,

Çala Şerge,

Colbanê Emo,

Zeviya Dirêj,

Kaniya Koçeran,

Diyarê Terhê, (Navê Herêmê ye)

Qoriyê Binê Terhê,

Kunika Welî,

Kunika Babolî, (Jineka Ermen li wê derê hatiye kuştin.)

Herîkolkê,

Herîkendkê,

Berê Gomê,

Binê Kevir,

Kaniya Birîn, (Birîndarekî li vêderê hatiye dermankirin.)

Binê Kaniyê,

Rezê Dehlê,

Diyarê Rezan,

Binê Rezan,

Çala Pîra Medê, (Pîra Medê, dêya Evdelayê mele Elî ye)

Xozedere, (Newaleka wehş lê dijîn.)

Natorî, (Cihê nobedarê rezan e.)

Niqeba Aşê,

Rakêlan,

Kaso,

Xwêdanî, (Cihê xwê didin dewaran.)

Nava Dar,

Şiqê,

Qulî,

Qişê, (Navê Herêmê ye)

Hincîlik,

Pişta Mixarê,

Diyarê Qişê,

Kevirhengiv, (Kuwara mêşan li wir heye.)

Dibûriyan,

Diyarê Dibûriyan,

Pişta Dibûriyan,

Newalê, (Navê Herêmê ye)

Newala Kûr,

Hermê Kirko,

Kevir Beş,

Mezelê Zeynikê,

Avzem, (Navê Herêmê ye)

Nava Avzem,

Şewatê,

Tehtê,

Rasta Pîro (Mêrga Pîro),

Niqeba Sor,

Piyê Niqebê,

Niqeba Gewr,

Berê Nawisê,

Kaniya Şahqulî, (Ji serdema kraliyeta Sahqulî ma ye.)

Kaniya Kîsoyan,

Tûya Romî

Tilikê Sor

Heriya Dimsê

Berê Mezelan,

Xeymecan, (Navê Herêmê ye)

Serê Bîrê, (Kanisarkek a li ser rêya karwanan e.)

Rezê Xeymecan,

Mezelê Eyşo Fatmo,

Erdê Heyder,

Tayê Hewrik,

Ser Delav,

Çelebî, (Navê Herêmê ye)

Rezê Çelebî,

Kaniya Serto,

Kaniya Bilqik,

Kevirê Çelebî,

Kevirê Hêlekanê,

Mêrga Qantiran,

Nava Waran,

Hêlekanê,

Kûra Fetlê,

Kevirê Xelxel,

Mixelê Xito

Warê Ûsê Hemo,

Kevirê Bazik, (Lîsê Teyrêbaz e.)

Kevirê Gilor,

Kaniya Kendalan,

Rezê Jêrîn,

Niqeba Rezan,

Nava Qorî,

Berê Golê, (Navê Herêmê ye)

Dirikê Kejo,

Baniya Beyderan,

Xicîga Şewitî,

Newala Xaman, (Navê Herêmê ye)

Namanê Elî,

Çemê Mêrgê,

Zeviya Xurban,

Kaniya Kumir,

Mixerê,

Çaqmaqan,

Kevirê Guran,

Rezê Kevirê Guran,

Diyarê Bihîvan,

Pişta Xaniyan,

Berê Deriyan,

Nava Rastê,

Diyarê Qeraç,

Bereqan

KESÊN KU KEYATÎ Û MUXTARÎ KIRINE

Beriya avakirina komara Tirkiyê, Resûl Keya, Hecî Mihemed Keya, Saîd Keya û demek jî Hewika Hezanî keyatî kiriye.. Ji sala 1923'an û şûnda bi dorê ra, Ömer MALTAŞ, Mustafa MALTAŞ, Ali KOZAN, Mehmet HARAN, Mehmet CAN, Arif KORKUT, Abdulrazzak MACAR, Mehmet YILMAZ, Bahri YILDIZ, Fahrettîn MACAR, Mehmet KOZAN, Mehmet KOZAN, Mehmet ÇİFTÇİ, Mehmet KORKUT û Cemal KAZMA muxtarî kirin e. Niha muxtarê gund Adnan MACAR e.

Çavkanî Mordem Zel

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 hezîran 2014
  2. ^ Yerelnet, Arıklı, ji orîjînalê di 26 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 tebax 2012