Hozan Mistefa di sala 1966 de li bajarê Sêrtê di navçeya Dihê (Erûh) de hate Dinê. Zarokatiya xwe li ser axa bav û kalê xwe de derbas kir. Li ciwaniya xwe de dest bi muzîkê kir. Di sala 1981 de di kawirhana Cukurova’yê de (awaz) ku di nava muzîkvanên amator de, hate li darxistin, xelata yekemîn wergirt. Mîna gelek mirovên Kurd, zor û astengiyan ew jî bu penaberek û êdî li metrepolan jiyana xwe berdewam kir. Di sala 1991'an û vir de xebatên xwe di NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) yê de bi rengekî profesyonel dimeşîne. Di despêka xebata NÇM’ê de du salan bi navê «Koma Dilbirîn» pişt re qasî sê salan bi “Koma Gulên Xerzan”’re xebatên xwe meşand. Hozan Mistefa 1997 vir de xebatên xwe ê hunerî bi rengekî hozantî dimeşîne, ji despêka NÇM’ê vir de di welat û derveya welat de gelek qonser darxist û naha jî êş û daxwazên gelê xwe , xistiye dilê xwe û bi tîna agir û roja gelê xwe bi hunera xwe diafirîne.