Hoser

Gundekî Cizîra Şirnexê

Hoser, bajarokê bi ser Cizîrê ve ye. Şêniyên wê ji êla Memanê ne.

Hoser
Düzova
Hoser li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Hoser
Hoser
Koordînat: 37°21′16″Bk 42°5′19″Rh / 37.35444°Bk 42.08861°Rh / 37.35444; 42.08861
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehŞirnex
NavçeCizîr
Bilindahî
618 m (2028 ft)
Nifûs
1.226 2022
Koda postayê
73200
Koda telefonê(+90) 486
Map
biguhêreBelge
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Li rojhilatê bi Zêwikê ve, li bakurê bi Sinatiyê ve, li başûrê bi Batilê ve li rojavayê jî bi Herbakê ve cînar e. Gundên ku dikevin tenişta Hoser ji ev in: bi bakur-rojava ve Mizgeftok, bi başûr-rojava ve Kavlêbana û bi başûr-rojhilat ve jî Serdehle.

Nêzî 2.000 kes li Hoserê dijîn. 208 malî, dibistanek, nexweşxaneyek, çar dikan, goristaneke mezin û goristaneke biçûk jî û du mizgeft li Hoserê hene.

Herêma Hoserê biguhêre

Tiştên herî navdar yên Hoserê deşt û kaniyên wê ne. Hinek ji kaniyên Hoser ev in: Kaniya Keşe, Kaniya bi Şirik, Birka Mirêd, Kaniya Mêwê, Kaniya Sulavê, Eyngenav, Eyndêr (Kaniya Dêrê) û bi dihan kaniyên din. Li Hoserê gelek cihên seyrangeha jî hene.

Teybetmendîyeke Hoser a herî mezin jî ew e ku Hoser bixwe deşte lê dikevê pêşberî çiyayên bilind û bi nav û deng mîna çiyayê Cudî ku ne tenê di dîroka kurdan de, di dîroka mirovahiyê de jî cihekî zor girîng heye.

Mirov dikarê ji Hoser, çiyayê Cûdî, çiyayê Dêra û gelek çîyayên din ê biçûk jî bi bînê ku ew jî bi xwe re giringiya bergehê Hoser tênê ber çavan.

Cemawerên gundê Hoser, ji hêla çandinî û werzevanîyêve gelekî kêrhatî û jîrin û Hoser jî, ji vêre pir mûsaid e. Li cihên weke Bêlingir, Seqlan, Sulav, Çêlok, Heso Mîrza û Şehwikê, şiltûk û sewze tê çandin; li deştên weke deşta Bêlingirê û deşta Şekulê, rêya bajêr, kavlê bana û gelek cihên din ji genim, ce, nîsk, nok, garis, zebeş û gindor (petîx) jî têne çandin.

Çavkanî biguhêre