Hirçkî

navê xwarineke herêma Tolhildanê ye. Ji qalikê xiyarê tê çêkirin. Navê xwarinê derbasê romî (tirkî) jî bûye, dibêjin hirçikli

Hirçkî, hirçikî, hirçokî yan xiyar paşa navê xwarineke herêma Tolhildanê ye. Ji qalikê xiyarê tê çêkirin. Navê xwarinê derbasê romî (tirkî) jî bûye, dibêjin hirçikli.

Cemşîd Bender ev xwarin bi navê Qaşlixsiya Rêhişkirî tomar kiriye. Dibe ku di çapkirina pirtûka wî de şaşîtiyek bûye, yan jî ev binavkirineke herêmî ye. Li Meledîyê hirçkî yan bi bandora asîmîlasyonê paşpirtika tirkî +li pêve dikin, hirçikli tê bikaranîn.

Gotina xiyar paşa ji henekan derketiye û ev nav demekê li gundên Erxewanê hatiye bikaranîn. Terîfeya xiyar paşayê de carnan goştê kişandî nebû, xizanan ev dixwarin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

  • Goştê kişandî
  • Mergeya fringiyê (pamîdor, şamî, tomatos, bacanê sor)
  • Qalikên xiyarê yên hişkkirî
  • Xwê (solin)
  • Îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor)
  • Îsota reş
  • Pîvaz
  • Rûnê malê

Çêkirin biguhêre

Qalikan bikelînin, bidarivînin û biguvêşînin. Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin, pîvaza hurkirî (ne ya teze, ya serî) berdin navê sor bikin. Goştê kişandî tevlî bikin (xavî yan xaşandî li ser daxwazê ye), bi hevre biqelînin.

Qalikên xiyarê yên guvaştî tevlî bikin, merge, îsota tûj, îsota sor, xwê jî û tevbidin, biqelîni. Bi qasî 30 deqe bikelînin, bînin ser destexaneyê (sifre).