Hestem cûreyeke keviran e. Pê xar û kêrên kevîrî dihên çêkirin û agir dihê vêxistin. Ev kevir li her derê nayê dîtin, li hinek çiyayan (wekî Çiyayê Stewrê) li hinek herêman dihê dîtin. Rengê nava vî kevirî sor, qehwe û berzere ye.

Bi bikaranîna vî kevirî ji kevirên dêrîşî, kevzgal û yên xuristanî xarên rengîn ku berê li hinek gundan zarok û zilam giş pê xarmenaj dileyistin dihê çêkirin.