Hesena, Silopî
Hesana (bi suryanî : Hassana, bi tirkî: Kösreli), gundekî asûrî bû ku li navçeya Silopiya û di qontara çiyayê Cûdî de dijiyan. Ev miletê asûrî û kurdên misilman di ser hevdu de diçûn û dihatin û ne li dijî hevdu bûn, wekî gelek caran ev tête gotin.
Hesena | |
---|---|
Kösreli | |
Koordînat: 37°20′31″Bk 42°25′29″Rh / 37.34194°Bk 42.42472°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Silopî |
Bilindahî | 860 m (2820 ft) |
Nifûs (2020) | 48 |
Koda postayê | 73400 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
biguhêre |
Dibêjin ev gundekî gelek xweş bû; dehil, rez, av, kanî, erd, milk û pezên wan hebûn. Herweha di gundên asûriyan tinê de ev şal û şapigên cilên kurdî dihatin çêkirin. Divê bête zanîn ku asûriyan gelek arîkariya miletê kurd û tarîx û kultura kurdan kirine û herweha miletê Axa Mezopotamyayê ne. Kilîseyek û xwendegeha gundê Hesana jî hebû û ji berê û pêde xwenda bûn. Ew gundê asûrî piraniya wan li Stenbol û Ewropayê jî jiyana xwe berdewam dikirin. Bes wekî gelek gundên navçeya Silopiya ev gund jî bi destê rejîma tirk hat di salên 1995an de xirakirin û hat valekirin. Hemî reviyan û weke gelek Kurdan li cîhanê belav bûn. Gelek ji asûriyan çûn bajarên wekî Stenbolê û bes behra bêhtir çûne Ewropa û Elmanyayê. Gelek ji van miletê Axa Mezopotamyayê li paytextê Elmanya Berlîn û gelek bajarên din yên Elmanyayê dimînin.
Îro hiskê asûrî, ermenî anjî kurdên êzidî û û misilman jî bin, hemî jî bûne koçberên sedsalî. Weke tête zanîn heta niha 4.000 gundên kurd, asûrî û ermeniyan di Axa Mezopotamyayê de ji aliyê dewleta tirkî ve hatine xirakirin û wêrankirin.
Gerîlayê GHB Mihayel Cudi ji vî gundî bû.
Girêdanên derve
biguhêre- Silopî Girêdana arşîvê 2012-05-13 li ser Wayback Machine
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |