Herka Kendavê (Îng. Gulf Stream) herkakê germê ava Okyanûsa Atlantîk e. Ew berve Ewropa diherike û navbera Grînlenda û parzemîna Ewropayê re derbaz dibe û li Îrlendayê wê de wek Herka Atlantîka Bakur tê nav kirin.

Nimandina şematîkî ya Herka Kendavê

Herkê kendavê ewqas bilez diherike ko ew di çirkekê de 1,5 · 108 diherike. Va herikê di çirkekê de 100 carî ji avê ko di çemên dinê gîşkê de diherike pirtir e.

Navê wê ji hêlê Benjamin Franklin hatibû dan û wî jî bo Kendava Meksîk va nava da bû. Ew berê wek Herka Florîdayê jî dihat nav kirin.

Rêgeh biguhêre

Di Kendava Meksîk de avê germ dest bi herikê xwe dike li beravên Amerîkaya Bakur wek herka Florîda diherike. Herka Kendavê ji yekbûna Herka Florîdayê û Herka Antîlanê ko li bakura Bahama digêhine hev pêk tê. Ew siftê beravên Amerîkaya Bakur germ dike û pê xwe li beravên Amerîkaya Bakur difilitîne jî berî xwe çerxa ser Ewropayê dike. Ew li beravên Neufundlandê rasta herika ava sarê Herka Labradorê tê û der bi der bi wê ve teva hev dibe. Êdî ko ew digêhê girava Brîtanyayê wek Herka Atlantîka Bakur tê nav kirin. Ew pê giravê Brîtanya re ji hev vediqete û dibe sê şaxên bingeh. Yek çerxa başûr dibe û ew wek Herka Kanarya tê nav kirin. Yek navbera Îzlanda û Brîtanyayê de dewam dike û ew wek Herka Norwêc ê nav kirin. Yek jî navbera Îslenda û Grînlendayê dewam dike û ew jî wek Herka Irming tê nav kirin.

Ew bi lezekê 2,5 m/s (9 km/h) herikakê herî bihêz e.