Helebçe (albûm)
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(tîrmeh 2024) |
Helebçe, navê albûma hunermendê kurd Şivan Perwer e. Di albûmê de 10 stran cîh digrin.
Berhemên Di Albûmê De
biguhêre- Zindan Tarî
- Hevalino
- Min Bêriya Te Kiriye
- Pêşmergên Me
- Serhildan Jiyan e
- Helebçe
- Koyê Dêrsîm
- Mamoste Can
- Bilbilê Dilşadî
- Halê Me Yamano
Gotina yek ji stranên vê albûmê ev e:[çavkanî hewce ye]
- Wey lo lo, wey lo lo wey lo
- Wezê daketim kel û kaşxanan
- Wezê daketim serê birc û van dîwaran
- Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl bûm , ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo...
- Dîsa bombe û baran e
- Her derê girtî mij û dûman e
- Dîsa nale-nala birîndaran e
- Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
- Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
- Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
- Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo
- Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar...
- Dîsa li me ferman e
- Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
- Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
- Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
- Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
- Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
- Weke Mahabat û weke Berzan e
- Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
- Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
- Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
- Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy...
- Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
- Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
- Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
- Dinya alemê pê bihesînin
- Serok û rêberên Kurda li hev bînin
- Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
- Bira xelq û alema pê bihesînin
- Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
- Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar
- Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
- Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me...
Çavkanî
biguhêreEv gotara ji bo albûmekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |