Harşo, xar(a)şo, navê xwarineke ji pêjgeha kurd e. Bi taybetî li parêzgehên Erdêxan, Qersê tê xwarin.

Berkeliya xaraşoyê (bo çar kesan) biguhêre

  • 1-2 kerî nanê kartû
  • 1 serî pîvaz
  • 2 stekan (qedeh) av
  • 3 hêk
  • 300 gr penîrê postê
  • 1 kevçî rûnê nivîşkî
  • Îsota reş
  • Xwê
  • Li ser daxwazê biharbêhn (biharat)

Çêkirin biguhêre

Nanê xwe bipişirînin badiyekê. Rûnê nivîşkî di quşxaneyekê de biqijilînin, hêkan biçirpînin navê û tevbidin.

Dûv re penîr, pîvaza hûrkirî. îsota reş, xwêbû 2 stekan ava kelandî berdin serê. Vê têkela xwe hûrikî bikin, berdin ser nanê hûrkirî.