Hüseyin Özbey (Harûn) di sala 1961ê de li navçeya Gêxiya Bîngolê ji dayik bû, fermandarê ARGKê bû.

Hüseyin Özbey (Harûn)

Wî dibistana sereta û navendiyê li Depê, lîse jî li Enqereyê xwend. Dema di lîseyê de bû sempatîzanê MHPê bû. Di sala 1978an de ji MHPê veqetiya. Di sala 1979an de hat Ewropayê û di sala 1980î de tevlî PKKê bû. Li deverên curbecurên Ewropayê xebat meşand. Ji bona sêyemîn kongreya PKKê çû Libnanê û tevlî kongreyê bû. Fermandar Harûn endamê Komîteya Navendî a PKKê bû û li gelek deverên şer de tekoşîn da.

Hüseyin Özbey (Harûn) di 17ê çiriya paşîn a 1997an de di navbera Pasûr û Sasonê de bi 8 hevalên xwe re şehîd ket.