Hîro
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Malvales
Famîle: Malvaceae
Cins: Alcea
Cure: A. rosea
Navê zanistî yê latînî
Alcea rosea
L.
Hîroya mihurik

Hîro an hêro (bi latînî: Alcea rosea) ji ew kulîlkên çolê yên Kurdistanê ne. Bejnê hîroyê dirêj dibe dikane ser du metro bikeve. Kulîlkên wê bi giştî gewr û mihurik in. Ji bo xemlê li malan jî diçînin.

Hêro kulîlkek bêar e. Li devê rêyan, li bedenan, li ber devê avan û hwd. hêşîn dibe. Bejna wê 100–200 cm bilind dibe. Di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de xweristê rengîn dike. Li dinê 20 an zêdetir cûreyên wê hene. Li Kurdistanê kêmanî 5-6 cûre ne. Kulîlkên wê ji aliyê rengan ve sorê tarî, sorê vekirî, peyazî (penbe) yê vekirî, peyaziyê tarî, binevşî (mor) yê tarî, binevşiyê vekirî û spî ne. Bizin û mêşên hingiv zehf jê hez dikin.

biguhêre

Navê wê yê zanistî Alcea kurdica ye. Lê Tirkan ev navê ulmî dera hikmê wan lê dibe, ji tirsa ku Kurd pêve heye qedexe kirine. Derveyî navê hêro yê navneteweyî, navên 80 kulîlk, gul, giya, pincar û darên ku Kurd, Kurdistan û Kardoxe, hemi ji aliyê Tirkan ve hatine qedexekirin. Tirk jêre dibêjin Hatimi gülü. Ew jî ji Yewnanan dizîne. Di kevnar de Çînî, Romayî, Yewnanî, Misrî û Mezopotamiyan jibo derman, boyax, şekirok û xwarinê bi kar tanîn. Tê gotin ku hêro maka şekirokan e (bonbons). Alimên Romayî digotin: Kesê ku Hêroyê bixwe nexweşî jê dûr dikeve. Lê di dirêja hiya demê de ew jî wek gelek giyayên kêrhatî hat jibîrkirin. Niha hinekî di tibê de tê bikaranîn, xasma şîrêza wê jibo pêvezeliqîna derman tê xebitandin û jibo xweşikahî hinek kes di baxçên xwe de diçînin.

Made û mîneralên tê de: mûsûlaj, nîşasta, sakaroz, glaktoz, pektîn, dohn (rûn), tanen û asparagîn.

Bijişkî

biguhêre
 
Hîro

Hîro ji kuxkê, qizirmeyê (tayê germ), xwe de mîzkirinê û ji pidi xwînbûnê re rind e.

Jibo nexweşîyên: 1- Bronşît 2- Grîb, 3- Persîf (şobe) 4- Edavên (kul û birîn) nava dev, qirik û goştê diranan. 5- Edav, xwîn û êşên ( qolincên ) ji rûvik, gulçîsk (gurçik), mexde. 6 - Kul û birînên li ser bedenê. 7- Mîzê pak dike. 8- Sîngê nerm dike û belxemê derdixe 9- Jibo nexweşiya sedefê, baş e.

Berhevkirin, û xebitandin: 1- Pel. 2- Kulîlk 3- Qurm (dar). Dema pel û kulîlkên Hêroyê hêjta geş nebûne ( venebûne- ber bi vebûnê) bên berkevkirin. Lê Qurmê wê payîzê tê berkevkirin û hewceye bi kêmanî du salî be. Kulîlk, pel û dar siberê de tên xişkirin û dara wê tê hêran.

Jibo edavên gurçik û rûvikan: 10 gr hêro (bizir be hêj baştire) bêxin nav 100 gr hingiv û bixwin. An jî jibo recifîna adaleyan û bêhêziyê rojê 3 caran 2 gr hêro bikin nav hinek hingiv û bixwin.

Şîrûb

biguhêre

Jibo birînên dev: 100 mg sîrke 10 gr hêroya hêrandî bêxin nav beroşekê bikelînin û xerxere bikin.

Jibo rêyên avrêjê (mîz), kuxuk, nermkirina sîng û avêtina belxemê, 100 ml ava kelî, 10 gr pel, kulîlk an jî qurmê hêrayî bêxinê, li ser agirek kêm 5 deqan bikelînin, 10 deqan di demê de bihêlin û vexwin.

An jî 3 pil (qasê ku dikeve nav tiliya şahadê û beran) kulîlka hêro, nîv pil nêrgiz, hinek renda tûvilê (qaşilê) pirteqalên di avê de, 10 deqan bikelînin û biparzinînin, hinek şîr û şekir bêxin nav û piştî xwarinê qedehekê vexwin.

Hinek hêroya hêrandî bêxin nav sîrkê. Jibo kulikên beden û pêvedana mêş, pêşû û haşaretên din li bedana xwe xin. Jibo sotinan, werimînan, qunêr, kul û birînên bedenê, hinek hêroya hêrandî bêxin nav dohnê zeytê û wek melhem rojê du caran li ser xin.

Hêrorûn

biguhêre

Qurmên hêroya ter hûr kin û bikelînin. Paşê di nav nîvişk te sor bikin û hêkan bişkênin ser. Hûn dikarin jibo tam xweşkirinê kulîlk û belgên hêroyê bêxin nav birincê, dagirtina balindeyên kolkan û nav dagirtina perasûyan (parsû)

Şîrêz (zemq)

biguhêre

Qurmê hêroyê di nava beroşek avê de bikelînin. Heta wek şerbetê tîr û zeliqok dibe û ji ser agir rakin. Ku hûn wê şîrêzê li ser zemînên xaniyên ax xin, hûnê ji tozê û heriyê bifilitin. Her weha hûn wê şîrêzê li gor dilê xwe dikarin bikar bînin.

Çavkanî

biguhêre