Pestoya bilind a xwînê

(Ji Hîpertansiyon hat beralîkirin)

Fişara bilind a xwînê yan xwînpestêna bilind yan hîpertansiyon an jî LBX yek ji nexweşiyên sereke yên NDD (Nexweşiyên dil - demar) e.

Koda nexweşiyê di bijîşkiyê de biguhêre

  • ICD-10-Code Hypertonie I10.0 Arterieller Hypertonus

Nirxên xwînpestênê (ên asayî) biguhêre

Heger ji vê radeyê berjêr an berjor be, divê mirov têkeve şika NDD'ê. Ji bo LBX'ê "Mêrkujê malê" yan "Dijminê ji malê" tê gotin. Lewra mirov zû nanase û lê nakeve şikê. Hîpertansiyon yek ji tabloyên herî mezin û ruhstîn ê serdema me ye. Her sal bi milyonan mirov ji ber nexweşiyên ku xwînpestêna bilind sedem in, dimirin.

Dilekî asayî û bêkêşe di rehetiyê de li dora 60-100 carî lêdide. Divê mirov hem ji aliyê hêza lêdanê, hem jî ji aliyê hejmara lêdanê carekê dilê xwe bide venêrîn.

Çiqas zû pêderxistin, ew qas zû çareserî! Hîpertansiyon: Bilindiya pesta/pestoya xwînê, bilindiya xwînpestênê(zêdebûna çewisandina'zexta' xwînê di rehan de(damaran de).) nexweşiyek pirbelavbûyî ye. Pêkerên metîrsîdariyê yê ku dihêlin derkeve holê ev in:

  • 1. qelewbûn.'obezîte'
  • 2. kêm hereketkirin.
  • 3. çixare.
  • 4. nexweşiya şekir'diyabitis melitus'
  • 5. dîslîpîdemî
  • 6.temen. jibo mêr >55 jibo jinan >65.
  • 7. di malbatê de hebûna heman nexweşî.

Çareserkirin biguhêre

bê derman:

  • kêmkirna xwarina
  • xwê_zeyîfbûn
  • berdana çixarê û alkolê:(terkkirin)
  • kirina werzîşê

Derman:

1. dîuretîk

2. înhbîtorên ACE

3. blokkerên(astengkerên) qenalên kalsiyumê

4. blokerên reseptorên anjiyotensînê.