Gundê Reşo

Gundekî Farqîna Diyarbekirê

Gundê Reşo (bi tirkî: Karaköy) li aliyê Qulfayê 5 km dûrî Farqînê ye. Gundekî gellek bi hêşînahî, bi dar û ber e di cihekî çal de dimîne. Çar aliyê gund girê bilindin. Du çem di vî gundê de derbas dibin. Çemê Zivingê û Çemê Farqînê. Ev herdû çem li ber mizgefta gund digihîjin hev. Piştî zivistanê, biharê ku baran dibare û berfê dihelîne di newal û mesîlan de kanî didin der û aveka zelal û bi tehm û çêj di her newalê de diherike. Çemekî biçûk ku jê re ava çemê Kûrika tê gotinê ku li başûrê gund dimîne, ji biharê hetanî serê havînê bêyî ku zûwa bibe diherike. Ji ber hebûna avê a li vî gundê di demên berê de du heb aşê avê hebûne ku hêjî avahiyên wan li piya ne bi tevî aşedor û bîrên xwe. Navê van herdû aşa: Aşê Jorîn û Aşê Jêrîn e. Tê gotinê ku berê ji her derî heremê xelqê genim û cehên xwe dianît van herdû aşa diherişandin. Li satar û gazên gund gelek darên berû(belot, gelberû) û gûvîj û newîşkan hene.

Di axa bejî de bi piranî genim, ceh û nîsk û nok şin tên. Di axa Avî de pembû, tutûn û gilgil tê avêtin.