Gulnar Elî

Nivîskarê kurd

Gulnar Elî, Gulnar Elî Baleteyî (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Gulnar Ali Balata; z. 1974, Balete, Başûrê Kurdistanê - m. 18 xizîran 2017, DYA), mamoste, helbestvan û nivîskareke kurd bû ku di 1974an de li devera Balete ser bi bajarê Dihokê ve hatiye ser dinyayê. Gulnar yek ji dengên jin ên herî giring ên helbestnivîsîna taze ya bi zimanê kurdî bû.

Gulnar Elî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Wê li sala 1992-1993an dîplom bi berhevkirina mamostayan (beşê înglîzî) bi dest xwe ve aniye. Di sala 2009an de bawernameya huner û edebiyata bi zimanê înglîzî ya zankoya Bunker Hill Community College li Boston, Massachusetts (DYA) bi dest xwe ve aniye.

Gulnar Elî endama Êketiya Nivîserên Kurd liqa Duhokê bû. Bi zimanê kurdî û erebî dinivisîne û werdigerîne zimanê înglîzî. Helbestên wê cihê xwe li gelek kovar û malperên kurdî û erebî dîtiye.[1]

Gelek berhemên wê yên çapkirî hene û gelek berhem jî li ber çapê ne.[çavkanî hewce ye]

Ew yek ji helbestvanên jin ên herî bi nav û deng ser astê Kurdistanê bû. Helbestvana Kurdistanî bi vî navî hatiye navkirin ji ber bi zimanekê xweş û ferhengeka zengîn ku piraniya kurdan dikarin helbest û nivîsên wê bixwînin. Zimanê devera xwe negirtiye dûr ji zimanê herêmê ketiye. Nameya wê diyar dibe ku Kurdistan yek parçe ye.

Dema mirov nivîsên Gulnar Elî dixwîne û nizanî xelkê kijan deverê ye tenê dibêjî kurd e û kurdeke resen ji pakiya peyvên wê yên rind û bihêz.

Helbestvan Gulnar Elî di 18ê xizîrana 2017an de li DYAyê ji ber nexweşiya şêrpenceyê çû ber dilovaniya Xwedê.[2]

Berhem biguhêre

Bi kurdî biguhêre

  • Heyv û diwazde heyv, helbest, 2006, Duhok.
  • Lavija kevnewarekê xembar, helbest, 2008, Duhok.
  • Henasek ji tîpên xewna sinoran, helbest, 2012, Duhok.
  • Hêlîna Êşên Li Nav Sinoran, Hestyar û Gulan, roman, 2020, Almanya.

Bi îngilîzî biguhêre

  • My Soul Still a Virgin, helbest, 2010, Boston, DYA.
  • A Peaceful Color from the Silence, helbest, 2016, Cervena Barva Press, DYA.

Bi erebî biguhêre

  • ديوان للنوارس تنوح قصائدي 2014 دهوك
  • كوردونيا رواية قصيرة باللغة العربية 2015 سوريا

Wergêran bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî biguhêre

  • Torîn, helbest bi sê zimana, 2018, Duhok.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Helbesta Keval a Gulnar Elî, ji orîjînalê di 27 nîsan 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2011
  2. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/180620171

Girêdanên derve biguhêre