Gulemî (Colchicum autumnale) , ji cinsê Colchicum riwekek e û di famîleya gihabêdeman (Colchicaceae) de cih digire. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, sûd ji vê riwekê tê wergirtin, jê derman tê çêkirin.

Gulemiya payîzê, (Colchicum autumnale)

Ev giha axûdar e (bijehr), bi taybetî bo hesp, dewar, pez, bizin, seg, kitik (psîk), kergoşk, û balindeyan ne baş e. Heger mirov pê bi jehrê ketin divê bi lez xwe bigihînin nexweşxaneyê.

Ev riwek wekî derman li dijî şêrpence û gelek nexweşiyan tê bikaranîn. Bijîşkiya nûjen jî jê gelek dermanan çêdike.