Gulbihar

hunermendeke kurd

Gulbihar an jî bi nasnavê xwe yê fermî Fatima Mihemed Ehmed Elî, hunermendeke kurd e ku di sala 1929an de li gundê Mar Şem'on ê ku bi ser bajarê Colemêrgê ve ye hatiye dinyayê. Malbata wê bi xwe ji gundê Qolçnasê bû ku bi ser bajarkê Amêdiyê ye[1]. Gulbiharê di salên 1960an de dest bi stranbêjiyê kir.

Gulbihar
Fatima Mihemed Ehmed Elî
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1929an
Mar Şemon, Colemêrg, Bakurê Kurdistanê
Mirin31ê kanûna pêşîn a 2008an (79 salî)[çavkanî hewce ye]
NeteweKurd
biguhêreBelge

Jiyana wê ya hunerî biguhêre

Hunermendên beriya wê, ji Meryem Xan û Dayikî Cemal bigire heya Nesrîn Şêrwan, Fewziye Mihemed, Gulîzar, Elmas Xan, Nazdar û Esmer Ferhad, tevan folklor digotin û kêm kes ji jinên kurd hebûn ku strana nû bêjin. Gulbihar bi stîleke nû û muzîkek nûjentir ket ser vê riya dijwar. Riya ku ew her tim bi “jiyana xwelîserî û tijî êş û elem” bi nav dike.

Karê şanoyê biguhêre

Gulbiharê ji sala 1949’an bi mezintirîn hunermendên Ereb re bi karê şanoyê dest bi xebata xwe ya hunerî kir "jêder an nimonen navên wan hunermendên Ereb pêtiviye hebin</ref>". Li hemû Iraq û di nava civaka huneriya Ereban de ew navekî naskirî bû "jêder?". Hingî heta di nava Ereban de jî kêm keç hebûn ku xwedî cesareteke wiha mezin bin û bi azadî xebatên hunerî bimeşînin "jêder?".

Bi taybetî li herêma Behdînan Gulbiharê dest bi karekî wiha kiribû. Tiştê ku hingî civakê bi çi awayan tehemûl nedikir "jêder?".

Sînema biguhêre

Piştî karê şanoyê Gulbihar ket nava cîhana sînemayê û di sê filmên erebî de rolê yekê û yê duduyê lîst. Filmên Wirde (Gula Sor), Eros Elfirat (Bûka Firatê) û fîlmeke din a bi navê Lilşeib (Ji bo Gel) ku qet izna ekranê negirt û nehat weşandin. Li rex lîstikvaniyê Gulbiharê bi mezintirîn hunermendên ereb re jî endama koma kursê bû. Hingî jî Gulbihar di nava rewşenbîr û hunermendên kurd de dihat naskirin, çimkî wê qet kurdbûna xwe înkar nedikir.

Muzîk biguhêre

Heta salên 1960’an Gulbihar nehatibû nava civaka hunermendên kurd. Dema ku hatin û çûyîna radyoya kurdî li Bexdayê dikir, xweşa dengê wê ji aliyê çend hunermendên kurd ve hat kifşkirin. Ji sala 1962’yan êdî stranek wê her tim ji radyoyê dihat guhdarîkirin:

  • Kurê gunda bejindarê Heyzeran,
  • lawê mino kifşo di nav lawan

Ev stran bi dengekî xweş û bihêz mîna bombeyekê di nava gel de belav bû. Dengê kê ye, ji ku ye, çawa dest pê kir û... tev ew pirsbûn ku di nava gel de piştî gelek salan bêbersiv bûn. Gulbihar hingî tenê deng bû. Awaz û helbest ji aliyê kesên din ve dihatin amadekirin û Gulbiharê jî piştî proveke baş ew berhem di radyoyê de tomar dikirin. Hemû helbest jî ji bo stranên xwe dipejirandin û di vê der barê de gelek hesas bû. Ji ber wê deng û navê wê zû di nava gel de cih girt bêyî ku rûyê wê bê dîtin. Gulbiharê ji gelek hozanvanên Kurd stran çêkirine, bo nimone: - Ji hozanên Dr Ebdulbaqî Mayî "Destê xwe bîne ey heval....da serkevîn bi çîn silal" sala 1970 kirye stran.

Xebata wê ya muzîkê biguhêre

Stranên Gulbiharê ku nêzî 300 in, xwedî mesajeke civakî ne ku tev şîret in, şîretên dayikan e ji zarokan re, şiyarbûna dê û bavan li ser torekirina zarokan, bedewiya sirûşta Kurdistanê û carinan jî berhemên folklorîk ku bi dengê wê û hunermendên mêr hatine tomarkirin: Zembîlfiroş bi Îsa Berwarî re, Ez keçim Keça Kurdanim bi Semîr Zaxoyî re, Xalxalukê bi Tehsîn Teha re û hwd.

Daxwaz û rexneya wê li stranbêjên îro biguhêre

Stîla Gulbiharê li gorî wan salan tiştekî nû bû û ji nifşên piştî wê re bû xwendingehek bêmirin. Heta roja îro jî gelek keçên kurd stranên wê dibêjin, lê mafê wê binpê dikin û stranên ku Gulbiharê û hunermendên din bo yekemîn car gotine mîna berhemên folklorîk binav dikin. Gulbihar hê saxe û dibêje: “Birastî me ew berhem bi zehmetiyên mezin çêkirin û tomarkirin, lê yên îro mafê me binpê dikin û dibêjin ew berhem folklorî ne an jî şaş dixwînin....”

Gulbihar xanim niha di temenê pîriyê de ye û li bajarê Dihokê dijî. Hêşta jî piştî zêdetir ji çil salan dengê wê xeml û rewşa jiyan û dilxweşiya civaka kurda ye. Hemû sibehan zarok, ciwan, jin, mêr û mezin bi qebqeba dengê wê ji xewa şirîn radibin: “Kewo spêdê bixwîne... hey bixwîne....hey bixwîne, tu awaza bixwîne hey bixwîne..., xelkê rake ji xewê... xewa spêdê şirîne, xewa spêdê şirîne...

Gulbihar piştî salên dûr û dirêj ji Bexdayê vegerî Dihokê û ji aliyê neteweya xwe ve rastî qedir û siyaneteke mezin hat. Jê re festîvalên qedirgirtinê pêkanîn û jiyaneke nû jê re amade kirin. Ew jî bi hezar hêviyan li benda wê rojê ye ku keçên kurd zêdetir bikevin ser riya wan û ger dengê wan xweş e, xwe veneşêrin. Her wiha her tim dibêje: “Ez niha dizanim ku kevir li cihê xwe giran e.”

Çavkanî biguhêre