Guanche
Guanche (wekî gwançe bixwîne) gelekî resen ê Giravên Kenariyê bû. Di sedsala 15'an de artêşa Kastîlyayê giravên Kenariyê dagir kirine û şer di navbera spanyol û guancheyan de çêbûye. Di vî şerî de leşkeriya guanche şikest û di encam de hêdî hêdî ev gel ji ber şer û nexweşiyan winda dibû. Roja îro ji ziman û çanda guancheyan qet namîne û li ser dîroka vî gelî kêm tê zanîn.
Li gorî hin çavkaniyan dîna guanche pirxwedêyî bû. Çendîn ji yezdanên wan ev bûn: Achamán (yezdan), Magec (Roj), Chaxiraxi (xwedawenda sereke), Guayota (şeytan).[1]
Çavkanî
biguhêre- ^ Leyendas Aborígenes Canarias, ji orîjînalê di 24 gulan 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 îlon 2012
Girêdanên derve
biguhêreLi Wikimedia Commons medyayên di warê Guanche de hene
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |