Gotûbêja wêneyî:Kurdish lands 92 cropped.jpg

Şiroveya dawî: berî 16 salan ji aliye Bablekan ve

Nexşe bi armanceke neyînî û înkarker hatiye amadekirin. Kê çêkiriye û belav dike, sedî sed ew dijmintiya Kurda dike/dikin. --Bablekan 12:53, 31 rêbendan 2008 (UTC)

Temam kes li pirsê xwedî derneket. Dîsa bêjim em xerîte dijminatiya Kurdan dike. Axa Kurdan a dîrokî înkar dike. Esîrên Sînemiliyan heya tê zanîn berê li perên Derya Navîn (naverast) jiyane. Nexseya ku Wîkîpediya Almanan bikartîne gelek nêzîkî rastiyê ye. Wîkîpediya me mixabin zêde bi zîrekî tevnagere. Rexne jî namire. --79.194.253.120 20:41, 7 gulan 2008 (UTC)Bersiv bide

Belê em rexne bikin, lê: Eger em baştir zanin sînorên Kurdistanê kijanin, çima em nexşeyek baştir nakin cihê weya ku me aciz dikê û dûrî rastiyê tê hesibandin? Weke ku xwiya dikê ew nexşe ne raste (bi armancên polîtîk hatiye çêkirin û bicihkirin), de em wena biguherînin û xilas. Heya rojekê Kurdistan çêbibê, wêdemê wê sînorên Kurdistanê yên rast xwe li herkesî ferz bikin. --Kurdodino 10:10, 8 gulan 2008 (UTC)Bersiv bide
Nexşe dikare bi hin detayan were çêkirin û rast e jî di detayan de hin pirsgirêkêk me hene. Lewra heya niha hîç hêz, hizbeke me yê neteweyî difikire mixabin nebûye. Gelek ji yên heyî yan bi rêbazên înternasyonalîst (biratî, biratiya gelan) an Îslamîst an jî realpolîtîk (wekî YNK hwd) fikirîne. Kesê guh nedaye erdnîgariya Kurdistanê. Tu ji siyasetmedarê me yê herî navdar bipirsî bêjî behsa Kurdistanê bike, nikare. Tenê pesnê hizba xwe dide, sloganan davêje û xeyalên xwe bilêvdike. Nizane ka aboriya Kurdistanê li ser çiye. Nizane para axa bikêr a welêt çiqas e, nizane selefên nifûsa Kurdan (ciwan, pîr, kokim, jin hwd) rave bike.. Xwedî ti statîstîkek nîne û ji zanistiyê sûdwernagire. Ne afirandêr e ne jî dora kaniyê dide kesan. Bi kurtî welatparêziya me ya sedsala 21emîn vikûvala, teral, dorgirtî, dorpêçiyayî, dubarekar, narodnîk, prîmîtîv e. Bi ya min bûya min hin bêjeyên din jî lêbardikir lê ne dema henekan (qerfan) e. Heya avabûna Komara Romê Meletî, Mereş, berî bi Mêrsîn û direjiyeka wêdatir perên Derya Naverast wargehên Kurdan bû. Gelek û gelek dokûment hene û hema bigire Takrîrî Sukûn a Tirkan, fermanên berrekirina Kurdan ên Îsmet Înonî (digot çi bikin bikin, tixûbên Kurdistanê bikin Tirk, têkiliya wan bi deryayanre bibirrin, deşta avî ya Xarpêtê, axa bikêr a Dîlokê, cihên dewlemend ên Rihayê hwd bikin Tirk). Niha ev fermanan ne qedexe ne, herkes dikare bixwîne. Qeydên Îngîlîzan gelek in, dîroka Ermeniyan de gelek in û ya herî girîng di wêjeya me ya devkî (dengbêjî, folklor hwd) de sînorên cîhana Kurdan kivşe ne. Kekê mino nahêlin ku stratejiyeke neteweyî yê Kurdan ava bibe. Ew bihêlin jî hinek hizbên me nahêlin. Nahêlin nirxên, dewlemendiyên Kurdan ji talanbûnê felat bibe. Bala xwe bideyê li vir Wîkîpediya tê avakirin, ka Zanîngehê me yên Başûr? Ez dirêj nekim û serê te neêşînim. Wîkîpediya Almanan nexşeyeke gelek nêzîkê rastiyê bikaraniye di gotara (şaş nebim) "Kurden" de. Binêre vê xerîteyê têkiliya Kurdan hema hema bi Gola Urmiyê ve birriye. Min got kê ev nexşe çêkiriye sed selefî dijminatiya Kurdan û rastiyê dike. Ne ku xerîteyeke vikûvala ye, bi zanebûn hatiye sazkirin. Ez rexneya xwe dikim. Rexne belkî hinek karê me têkûztir bike. Silavên germ. --Bablekan 10:45, 8 gulan 2008 (UTC)Bersiv bide
Vegere dosyeya "Kurdish lands 92 cropped.jpg".