Gotûbêj:Zazakistan

Şiroveya dawî: berî 15 salan ji aliye Kurdodino ve

Zazakistan çekuya raste niya. Rasta xo gere/gani "Zazaistan" bo.. Xêrê xo nae avurnê.. (Kurdi/Kurmanciya mın baş nine, feqat Zazakiya mın başe.)

Min biborînin, ez mixabin bi zaravayê zazakî nizanim, lê ez dixwazim nêrina xwe li ser Zazakistanê bi kurtî bînim ziman. Ez bi xwe ne li dijim ku gelek zaravayên kurdî hebin û pêşkevin. Herwiha ez ne li dijim ku kesek xwe ne weke kurd anjî tiştekî din bibînê. Herkes di vî warî de azad e. Herweha divê rê ji gotarên objektîv û rast re hertim vekirî bê û herwiha bê vekirin jî. Lê: ez nizanim ku çiqasî evyek raste ku mirov di bin navê azadiya fikr û ramananê û qaşo azadiya zanistê rabê û kurda û beşên civaka kurdî bi qaşo rastiya rûbirû bihêlê û nîqaşek vala vekê û bimeşînê. Bavên min, ev gotina 'Zazakistanê' nizanim ji kûderê derket û ev kesên kû hertim derdixin pêş armancên wan çine, lê di dirokê de miov qet rast nayê û bêjeyeke ku di van demê dawî da di devê hin kesan deye. Raste: herêmek heye bi zaravayê zazakî (anjî bila zimanekî xweser bê jî) diaxifin, evyek herkes dizanê...Gelek zaravayên din jî ji bilî kurmancî hene, lê çima ew ranabin dest bi nîqaşên wiha vala nakin? Gelo ew nizanin ku zaravayê wan cûda ye? Belê dizanin, lê dizanin ku ev tiştekî normal û xwezayî ye û qet şik ji kurdiya xwe nakin. Di nav her gelî de zaravayên ji hev cûda hene, heya hin ji wan zaravayan hewqasî ji hev dûrin, êdî mirov bawer nakê kû ku ew zaravayê zimanekî ne. Tiştê kû mirov dî lekolînên dîrokî bi dest dixê ewe, ku herêma zazakîaxêf hertim weke beşek ji KURDISTANÊ hatiye binavkirin, hem ji aliyê biyaniyan û hem jî ji aliyê kurdan ve û hem jî ji aliyê gelê herêma zazakîaxêf bi xwe jî. Jixwe gelek kesên zazakîaxêf di dîroka kurd û kurdistanê de rolên giring lîstine. Ma ew hemû şaşin, tenê çend kesên îro rabûne û dixwazin kurdan bi nîqaşên vala mijûl bikin, rast dibêjin? De ka em rabin SORANISTAN, LORISTAN, TORISTAN, HEWRAMANISTAN, ÇOLISTAN û gelek ISTANÊN din ava bikin. Internet ji bo vêyekê jixwe aletekî pîroze, lê gelek hêz û keda mirov vala diçê. Bi ya min divê Wîkîpedîya kurdî ji van nîqaşên vala re xwe nekê platform û nehêlê kû di bin navê qaşo zanistiyê de kurd werin parçe kirin û dijminê kurdistanê bi vê yekê şa bibin. Bêgûman gotarek di derbarê vê Zazakistanê de dikarê were nivîsandin û egera vê bêjeyê bê ronîkirin, lê ez rast nabînim kû beşek ji KURDISTANÊ bi çi armanca bibê bila bibê weke Zazakistan werê binavkirin û weke welatekî ji Kurdistanê cûda werê nîşandan, hem jî di nav Wîkîpedîya kurdî de. Gelo kurdê ku veyekê bixwînin wê çi bifikirin û çi bandora vêyekê wê li ser tevgera azadiya Kurdistanê bibê, ne di nava çend salên bê de, lê ji bo dema dirêj ? Jixwe gelek ciwanên me zû ji tiştên nivîskî bawer dikin û eger nîvîsê bi vî rengî di Wîkîpedîya kurdî de bixwînin, ez bawerim ku wê bi pirsgirêkên cidî rûbirû bimînin. --Kurdodino 17:25, 31 gulan 2008 (UTC)Bersiv bide
Hevalê heja, kurmanciya mın baş nine feqat ez dıxwazım bıbêjım ku; Zazayên ku dıbêjın "Em Kurdın", hurmetê mın heye. Eger ku kesek dıbêje Ez kurdım, ew kurde ..Feqat tu ji dızani pırraniya Zazayan, kalık u pirıkên Zaza xwe cuda feqat jı Kurdan ra bıra dıbinın. Bı rasti, "Zazaistan" kelimeyek nû ye, feqat hemu gel lazıme ku qedera xwe bı xwe tayin bıke. Zazaistan pırsgıreka Kurdan, utopyaya Kurdan nine, ew utopyaya Zazayane..ew utopyaya netewiye jıbo zazayan. Gelê Zaza nıxwaze kole bıbe, Gelê Zaza dıxwaze ku dı welatê xwe de bı şeref hebuna xwe dewam bıke. Zımanê Zazaki dı bın asimilasyona Tırki u Kurdi de ye. Ez nıkarım dırej bıkım, çımke kurmanciya mın baş nine..ez nıkarım fikrên xwe diyar/eşkera bıkım. U ez nıxwazım mınaqeşe/niqaş bıkım. Mın xwest fikrên xwe bıbêjım. Disa dıbêjım jı fikrên wê ra hurmeta mın heye. Kurd u Zaza anji Kurmanc-Soran-Kelhur u Zaza bırane. Niyeta mın dostani ye. Bı slav u rêz. Spas. --Sewrege 21:31, 31 gulan 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Zazakistan".