Hevalno! Di jînewerzanistî da du zarav hene ko di zimanê Kurdî da baş nehatine paçvekirin. Yek ji wan peyva Cell a Inglîzî ye û ya dî tissue. Di Kurdîyê ya (zêdetir di Soranîyê da) peyva şane ji bo cellê li kar e. Lê ev bikaranîn, her wekî ez difikirim, hindekê şaş e. Kurd şane yê ji bo wî berhemê şemayê bikardiînin ko mêşa hingivî hingivê xwe di nav da imbar dikit û di nav wan da qiralîçeya mêşan hêkan dikit. Bi gotineka dî, teva ya wan kun-kunên şeş-alî bi hevra dibin şane, ne kunek bi tenê ji wan. Eger mirov hevberdanîyekê (muqareneyekê, komparîsonekê) di navbera cell û tîssu da çê bikit, her yek i wan kunan cellek e û şane jî tissue. Lê di Kurdîya niha Wikipedia pê dihêt nivîsîn û piraniya Kurdî ya ko li başurê Kurdistanê kitêb pê dihên nivîsîn, şane li şûna cellê li kar e. Ev bervajî mentîqê Kurdan e. Ez difikirim ko eger em li şûna cell Xane û li şûna tissue Şane bikar biînîn dê baştir bibit. Ka hun çi dibêjin?--KurdoChali

Şane li Bakur ji bo cehş (cerdewan, qorîcî yan peyayên dijmin) jî hatiye bikaranîn. Di wêjeya devkî de heye. Bo endamên Alaya Hemîdiye herwiha.. Dibe ku bilêvkirin hinde cuda be jî.. --Bablekan 09:37, 31 rêbendan 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Xane".