Gotûbêj:Wergeran (biyolojî)

Şiroveya dawî: 6 çiriya paşîn ji aliyê Biyolojiyabikurdi ve di mijara Navê wergeran de
biguhêre

Silav @Biyolojiyabikurdi gelo ev nav di çavkaniyekê de derbas dibe yan te bi xwe çêkiriye? Qewet be ji te re! —Gomadapeyam 14:28, 6 çiriya paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav, ez ji çêkirina peyvan û bikaranîna peyvên çekirî hez nakim. Loma di xebatên min de tiştên wisa tune.
Lê ji ber ko di Kurdiya Kurmancî de derbarê çêkirina proteînan de qet çavkaniyek tune bû, min peyvê ji Kurdiya Soronî wergirt. Dibe ko tu bipirsî gelo ka çima min li dewsa “werger” an jî “wergerîn”ê, wergeran bi kar anî. Li Başûr di dibistan û zanîngehan de, di warê biyolojiyê de peyva wergeran bi awayekî standart tê bikaranîn.
Wekî mînak di vê vîdeoyê de mamosteyê pola 12, babeta çêkirina proteînan peşkeşî xwendekaran dike.
[1] Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 18:01, 6 çiriya paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Wergeran (biyolojî)".