Gotûbêj:Tomas Hardî

TOMAS HARDÎ

biguhêre

PÊŞGOTIN

biguhêre

Tomas Hardî (1840-1928), romannivîs û helbestvanekî Înglîzî ye. Yê ku baweriya xwe bi hêza sirûştiye hebû, û bi çavekî kûr lehengên (karikterên) xwe şirove û wêne dikirin. Hardî di 2 yê meha Hizêranê di sala 1840 î de, li Higher Bockhampton, li herêma Dorsetshire ji dayik bû. Bavê wî hosteyê lêkirina avahîyan bû. Wî xwendina xwe ya seratayî (pêşî) li debistana herêma xwe kir, û belko biba mamoste, lê hema di 16 saliya xwe de dev jê berda. Hardî ji xwendinê hez dikir, ji ber wê her roj sibe dest bi xwendinê dikir di warê Latînî û Grîkî de, xeynî Încîlê û Eslê Cûreyan ya Çarliz Darwin. Hardî ji sala 1862 ta 1867 karê mêmarî dikir, û xwesteka xwe bi vî karî ji bo bibe endazyar. Lê ew nexweş ket, û nexweşîya wî li pêş vê xewstekê sekinî. Di eynî demê de, Hardî helbest jî dinivîsî, lê pir bi pêş de neçû. Wî dev ji helbestan berda, û berê xwe da romannivîsiyê, çimkî di vî warî de qezencîya aborî zêdetir e. Di sala 1817 de wî pere ji nivîsê qezenc dikirin, û di wê salê de bi Êmma Cîford re zewîcî. Zewaca wan dirêj kir ta mirina wê di sala 1912 de. Bandora vê mirinê li Hardî pir giran bû, bû sedema nivîsandina komeke helbestan bi navnîşana Şûnwarên Pêteke Kevin (Veteris Vestigiae Flammae) . Ev helbestana bi giştî li ser hevdîtina wan û jiyana wan bi hevre û paşê mirina wê. Di 1914 de Hardî cardin zewicî bi Florens Dugdêl re. Piştî mirina wî di 11ê meha Çîle, sala 1928 de, li Dorchester e, Dugdêl biyografiya wî nivîsî.

NIVÎSÊN HARDÎ

biguhêre

Hardî dû roman çap kirin bê ku navê xwe li bin deyne, Dermanên Bêhêvî (Desperate Remedies, 1871) û Di Bin Dara Kesk de (Under the Green Tree, 1872). Hardî dû romanên din nivîsand, lê vê care navê xwe aşkere kir. Herdû romanan xweş deng dan bi navnîşanin, Herdû Çavên Şîn (A Pair of Blue Eyes, 1873) û Dûre Xelkên Dîn (Far from the Madding Crowd, 1874). Romana xwe ya bi navnîşana, Dûre Xelkên Dîn, di sala 1967 de bû fîlm. Di romana bi navnîşana Herdû Çavên Şîn de, Hardî herêma xwe, Dorsetshire, kire bajarekî xeyalî ji Wessex e. Pişt re hinek xebatnivîsên wî yê neserkeftî hebûn wek, Xelkê Daristanê (The Woodlanders, 1887) û dû celdên ji kurte-çirokan derxist, Cirokên Wîsêksê (Wessex Tales, 1888), û Tevzên Jînê yên Biçûk (Life’s Little Ironies, 1894). Romana Hardî, ya bi navnîşana Vegera Niştîmanî (The return of the Native), ya di sala (1878) derket, dimîne ya herî xweş. Paşê romaneke din nivîsî bi navnîşana, Şaredarê Bajarê Kasterbrêc (The Mayor of Casterbridge, 1886). Romana bi navnîşana, Tess of the D’Urbervilles(1891), bû fîlm bi destê derhênerê Polonî Roman Polanskî bi navê Tess di sala 1979 de; û romana dawî, Cûdê Reben (belengaz) (Jude the Obscure, 1895). Tê zanîn, ku zanistîya fîzîkî, fîlosofî û matimatîkî ya sedsala 17an de di romanên Hardî de diyar ye, nemaza bandora zanyar Ishak Niyûtin aşkere ye. Em di romanên wî de dinihêrin ku mirov bi vîna xwe pêşeroja xwe vedike. Lê dîyare ku rola lêhatinê di virde heye, hema ku mirov li dijî pêwistî bimeşe, ew wêçaxê winda dibe. Taybetmendiya bajarê Wîsêksê, bi hemû sirûştiya xwe, di hemû romanên Hardî de xûya ye. Xeynî rola wê (Wessex) di lêkolîna lehengên wî de û rewşên bi xem û eşê avabûye. Rexnegirekî bi navê G. K. Çêstirton digot: “Hardî mirovekî gundiye, lê ew gundiyekî dûre baweriya olê ye”. Hardî di serdema Viktoriya de jiyanbû, û li gor wê serdemê, Hardî kifirbaz bû, bi taybetî di romana Cûd de. Di vê romanê de Hardî dozên girîng vekirin, nemûne doza têkiliyên sêksî li bin bandora nezewacê. Wî ev têkilî wek hêza sirûştiyê beşdar kir. Gellek rexneyên tûj li ser vê romanê çêbûn, û di bin bandora van rexneyan de Hardî biryarek girt ku êdîna nema romanan binivîsê, ji ber ku baweriyek li cem wî çê bû ku kes ne hêjaye mirov jê re binivîse.


HELBEST Û ŞANO

biguhêre

Di 55 salî de, Hardî vegeriye nivîsa helbestan, ew cûreye ku Hardî dev jê berda bû. Helbestên Wîsêksê (Wessex, 1898) û Helbestên Berê û Niha (Poems of the Past and Present, 1901). Di Fermandaran (The Dynasts) de, ya ku di navbera 1903 û 1908 de nivîsî bû, Hardî, wek hinek dibêjin, helbestên xwe yê herî bi deng belav kir. Ew jî destaneke bi 19 beşan û 130 dîmenan hatiye nivîsandin, hemû wêneyên wê destanê li ser rola Înglîz di şerê Napîlyûn (Napoleonic Wars) de bûn. Herwisa, dîtinên Hardî di helbestan de wek dîtinên wî di romanan de ye. Kurte- helbestên Hardî him yên stranan bûn, himjî wênekêşî bûn û çap bûn bi navnîşanên; Time’s Laughing Stocks (1909), Lêbokên barudoxan ( Satires of Circumstances,1914), Çaxên Xewnê (Moments of Vision, 1917), Stranên Paşîn û Pêşîn (Late Lyrics and Earlier, 1922), Ahengên Mirovan (Human Shows, 1925), Fantaziyên Dûr (Far Fantasies, 1925), û Zivistana Gotinan (Winter of Words, 1928). Teknîka Hardî di nivîsên xwe de, bi rîtm û terzên taybet bûn. Kurte- helbestên Hardî yên herî navdar evin; Agir li Xendeqê (Channel Firing), Nîsan (Nisan 1914), Girên Wîsêksê (Wessex Heights), Li Tenebris, Ez (In Tenebris, I), Cenaza (Terma) Xwedê (God’s Funeral), û Pirsgirêka Sirûştê (Nature’s Questioning).

Vegere rûpela "Tomas Hardî".