Viya bar bikim?

Teşûp, an Tarû yek ji xwedayiyên mîtolojîk bav-kalên kurdan e. Tê zanîn zimanê Xatî, Horî û Mîtaniyan yek bû. Zimanê Lûwî, Orartû jî wekî Kurmancî û Soraniya niha bû. Tarû birayê cêwî yê Mar e. Marû, Mard, Mêrdik, Mardûk. Mar jî wekî Tar tê sembolîzekirin. Di destê wî de jî mîrkut û brûsk heye. Ew jî heman wezîfeyê dike lê TAR tariyê ronahî dike, MAR ronahiyê tarî dike. Bi xêra van birayan şev û roj hene. Tar an Teşûp re Xatiyan Tarû, Tarxûnt jî gotine. Peyva Tarû di zimanê Xatiyan de dihate wateya "têkbirin, belawelakirin". Navê van birayan di Kurdiya îroyîn de herwiha tê bikaranîn, "tarûmar, tarûmarkirin". Di destekê Tar (û herwiha Mar) de, mîrkut an çakûç û di yekê de brûsk heye. Brûskê ew lêdide, ew ewran digurmijîne. Ew ewrên tarî parçedike, ji mirovan re baranê dibarîne. Xwedayê şervanan, cotyaran û mirovên baş e. Xwedayê roja teng e. Reşiyê spî dike, ruhê însan fireh dike. Berevajî wî MAR jî mirovên nebaş re jiyanê dike jehr, roja wan tarî dike. Ev birayên cêwî piştre xwe wekî Hurmuz û Ehrîman xwe dide der. Derbasî Germanan dibe dibe Xweda TOR û Xweda MANÎ.

Vegere rûpela "Teşûp".