Gotûbêj:Nûh (sûre)

Sûreyên Quranê baş hatine şîrovekirin. Zor sipas.

Lê ji aliyê pîvan û fîlozofiya ensîklopediyê ve li cihê rexnegirtinê de ne. Lewra ne bêalî ne, alîgir in. Mirov nikane yek olekê bingeh bigire û têxe navenda wateya jiyanê. Gelek ol, gelek nêrîn û gelek komên bawermendan hene. Li Kurdistanê jî herwiha.. Yekê ne ji ola Îslamê ye dikare nerazîbûnên xwe destnîşan bide. Dîsa li Kurdistanê Ateîst jî hene.

A rast divê em jî wekî wîkîpediyayên din bikin. Binêrin di wîkî ya Tirkan de jî notralîtet heye lê di ya me de nîne (di gotarên olî de, ne di yên din de).

Bêî rexne jiyan sererast nabe. --Bablekan 00:23, 8 Rêbendan 2007 (UTC)


silav, bablekan;

Tu rast dibêje wikipedia ensîklopediyê, mirov divê ku bêalî gotaran gotar bike. Lê, dema min sûrên quranê yên kêm gotar kirinî, qasî min kanî ez bêalî bûm. Lê ji bo di quranê de derbaz dibê mirov dîsa divê ku ew di quranê de çawa derbaz dibe jî mêze bike. eynen Wekok xiristîyanî, cûhî an yazîdî an olekî din jî. Mînakî kengê mirov mihemed pexamber gotar dike mîrov nekare ji alîyê xiristîyanî mêze ke, çimkî gorî xiristîyanan ew na pexember e.

Yanê ol, îdeologî mîrov çiqas divê ku bêalî be jî, mîrov divê ku hivek jî nihêrînê wan mêze ke. Ku ji bo olan an jî wek ateîstîyê hemû gişken re mirov bike, bi min pirsgirêk nema. Yek jî eger tu tiştên bêalî şênber bibêjî mirov dikare hîn rind li ser niqaş bike.

dîsa silav.. Bikarhêner:Cyrus the virus

Vegere rûpela "Nûh (sûre)".