Gotûbêj:Mongolê Mezin

Aya Mongol+ê ne rasttir e. Artîkela nêriyê +ê, maskûlen jî +a be? Ji ber ku ev Mongol mêr e. --Bablekan 14:35, 20 pûşper 2011 (UTC)

Em dikarin Mongol nêr bikarbînin lê Mongol ne zilameke lewma em dikarin artîkela mê jî bikarbînin. Nizanim lê gotina Mongola Mezin ji bo devoka Mêrdînê bêhtir hesanîtir tê. Ez nabêjim divê em li gorî devoka xwe navan hilbijêrin lê wekî tu jî dizanê herkesek ji me bi giştî pêşî li gorî devoka xwe di fikire û ji me re ew bêhtir hesanî tê. Wekî tu jî dizanî pirsgirêka artîkelan jî heye di Kurdî de. Mînak em dibêjin mala me û lê li hin herêman malê me tê gotin. Wekî ez di zanim navê Mongol ji eşîrekê tê. Em ne mecbûr in wê bikin nêr lê dîsa jî mîna nêr bimîne ne zerar e. --Gomada 18:00, 20 pûşper 2011 (UTC)
Min hêca dît ku ev gotar min nivîsiye. Heger mebest mal, malbat ba +a dibû, mala Ronî (malê Ronî devok e, ji bandora Soranî û Farisî ye) Ev zilamek e. Kurd+ê navdar, kurd+a navdar. Tirk+ê mezin Ahmet, Tirk+a mezin Turkan Xanim. Heger ev Mongol jin ba dibû, Mongola mezin. Nav ji binavkirinekê (rengdêr) derhatiye. Helbet ez jî nêrîna xwe dibêjim. Xebat bash.. --Bablekan 06:41, 21 pûşper 2011 (UTC)
Bibore. Min bi xwe nivîsiye, lê bêî ku bixwînim min te rexne kir. Min got qey ev zilamek e. Dibe ku wê wextê jî wisa şaşî kiribe. Ev împeratoriyek e. Temam, qey wê demê Ekberê Mezin ûêd, xebitîme û serî de wisa fikirîme ku ev zilamek e. Tu mafdar î. Kurdistan+a mezin rast e. Kurdistan+ê mezin nabe. Lê heger Kurdistan navê jin an mêrek be dibe. Lo em gotaran dinivîsînin, lê carekê jî naxwînin:) Bibore.. --Bablekan 06:48, 21 pûşper 2011 (UTC)
Xem nake hevalê hêja. Ez her tim li benda rexneyên te me (: Bimîne di xweşiyê de --Gomada 10:38, 21 pûşper 2011 (UTC)
Vegere rûpela "Mongolê Mezin".