Gotûbêj:Hirçê Mezin

Hirçê Mezin an Hirça Mezin biguhêre

Hirçê Mezin an Hirça Mezin? Hirç peyveka zayendmê ye, divê wek Hirça Mezin were guhertin? Silav û rêz...--Bibliophile 15:33, 13 sermawez 2011 (UTC)

Hevalê Cyrus the Virus weke Hirçê Mezin nivîsandiye. Lewma ew tê wê wateyê ku li herêma wan peyva hirç nêr e. Dibe ku li herêma we mê bê. Lê li herêma me jî nêr e. Lewma ez nikarim bêjim nêr an mê rast e. Ev pirsgirêk di gelek peyvan de heye. Jixwe em nikarin bêjin ya min rasttir e. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 16:39, 13 sermawez 2011 (UTC)
Li herêma me jî peyva hirç nêr e. Wek gur, rovî, şêr û ajalên din ên kovî. Lê min niha wîkîferhengê nihêrî hirç li wir zayendmê ye. --Cyrus the virus 15:51, 13 sermawez 2011 (UTC)
Qesta min ne ev bû ku ev bêjim ya min rasttir e. Min nizanibû ku peyva hirçê hin deran nêr e. Ji bo min pirsgirêk nîn e. Lê ez dibêm li seranserê Kurdistanê zêdetir wek mê tê zanîn(?). Li herêma me hirç ber çavê me ajaleka bedew û şîrîn e, dibe ku lema li cem me wek mê hesibandibin. Ev li gor têgihiştinê ye. Bimînin xêr û xweşiyê de hevalên delal. Silav û hez :) --Bibliophile 16:07, 13 sermawez 2011 (UTC)
Vegere rûpela "Hirçê Mezin".