Gotûbêj:Herêmên ku tê de kurdên zaza dijîn

Şiroveya dawî: berî 15 salan ji aliyê Bablekan ve di mijara Çima nivîsî? de

7.4.1 Zaza in Zeitschriften Zeitschriften, in denen seit 1976 u. a. auch in der Zaza-Sprache geschrieben wurde bzw. noch geschrieben wird, sind folgende: 1. Ronahi Zürich 1976-78 2. Armanc Stockholm, Sundbyberg 1979 3. Roja Nu Stockholm 1979, 1990 4. Gaziya Welat Frankfurt/M. 1980 5. Dengê Komkar Frankfurt/M. 1980-83 6. Berbang Stockholm 1983 7. Hêlin Stockholm 1983-84 8. Kızıl Yol Bobigny/Frankrreich 1983-85 9. Hêvi Paris 1983-86 10. Kurtuluş Yolu Köln 1985 11. Die Brücke Saarbrücken 1985-86 12. Mızgin Bonn 1986 13. Berhem Stockholm 1988-90 14. Piya Skärholmen/Schweden 1988-92 15. Waxt Darmstadt 1990-91 16. Raştiye Frankreich/Lübeck 1991-92 17. Desmala Sure London 1991-94 18. Şewq Hannover 1995 19. Kormışkan Stockholm 1995-97 20. Dersim Istanbul 1995-99 21. Vatı Bingol (?) 1998 22. Ware Frankfurt/M. Baiersbronn 1992-01 23. Ayre Stockholm/Skärholmen 1985-87 24. Tija Sodıri Frankfurt/M. 1995-01 25. Pir Istanbul/Duisburg 1995-02 f. 26. Zaza Press Stockholm 2000-02 f. 27. Vengê Zazaistani Parıs 2001-02 f.

Wenn Du das auf kurdisch schreibst und formatierst, kannst Du es in der Wikipedia veröffentlichen. Dies ist aber nur eine Diskussionsseite und nicht die eigentliche Seite. Erdal Ronahi 10:59, 16 May 2004 (UTC)

www.zazaki.info


çi elaqa? biguhêre

Gelo, çi elaqa dewletê, a Yeşilî û Jitemê bi Zazaistanê heye? Eger ku nivîskarê vê nivîsê hinek xwedî eqil û wicdên bibûyana, wî dê wisa nenivisand. Kesê ku dixwaze ensiklopediyek çêbike, divê ji her aliyê siyasî û berhikum xwe bixelisîne. Zazaistan fikreki xirab e an jî nîne, va mesela ensklopediyekê nîne û mirov divê berî her tişt bêalî, objektif be. Kefş e ku hûn hina vê merhelê negehiştine. Ez qarişê vê nivîsê nabim ku gel kalita wê bibîne... --Asmên 18.02.08 21.27 (CET)

Min jî nivîsand. Rast e kalîteya nivîsarê ne baş e. Lewra hinekan kalîte di etimiyolojî, dîroknasî, fîlologî.. bi kurtî di zanistiyê de nehiştin. Kê ji şûna xwe rabû nexweşiya ku Komara tê zanîn belavkir, teqlît kir. Heger di Japonî de peyveke wekhev dîtin, rabûn gotin bav-kalên Japonan ji me ne. Bû moda.. Projekta hanê jî ne cuda ye. Dewletan çêbike, dîrokan binivîsîne, alan binexşîne, artêşan birêbixe, berzê bavo ha berzê..
  • Heger bêjî têkiliya Bucakan tê de nîne, tu dê wekî K., li hinekan heqaret bikî kû tu jî ez jî em baş dizanin (hinek tiştan).. Heger tu bêjî elaqeya Dewleta Tirk nîne, tu dê yan alîgirê wê bî, yan jî Xwedê dê çiraya xwe bigire li pey te bikeve. Sedî sed wîjdaneke wisa dijminê Kurd, bi nexweş dikeve.
  • Heger bêjî Yeşil ne di tê de ye, divê te Yeşil bêî ku were darizandin darizî be û hemî agahiyên ji devê wî tomarkiribe û ji tasnîfên tasnîfan dîtibe ku ne di tê de ye. Wê çaxê ez ê jî bipirsim, dewleta tê zanîn jî divê haja min jê nîne lê kekê min çawa ye ku haja te ji wî û hemî kirinên wî hene? Bipirse, bêje tu ji ku dizanî? Pirtûka Selahattin Çelîk, MIT-Rapor a 88'an ku hatibû weşandin, hin axavtinên Zazaîstaniyan (binêr ez dikarim binivîsînim û nabe û heger Zazaistanek çêbe wê berê berê ez ê herim lê bijîm lewra hiqûqa min tê de dê hebe) hwd û hwd an min xwendiye û dişopînim. Bibore Yeşil ne êdî di tê de ye, lê tê de bû, divê hevok bi dema bihurî hatiban ristin.
  • JITEM? Kekê mino were hîç neaxive.. Ne em behsa rewşa 1970'yan li Palo hwd bikin, ne me îfadeyên kesên ji wir reviyane di çapemeniyê de xwendibin, ne me hin girêgirên wê yên Xarpêtî bihîstibin ku niha jî bûne Zazaîstanperwer hwd.

Kalîte nîne, kalîte di vê projektê de jî nîne. Min diviyabû bersîveke kurt bidaya. Xwezî Zazaîstanek heba me biçûya ji xwe re kar û xebat bikira.. Pirranîya rewşenbîrên Dimilî dibêjin em Kurd in. Pirraniya nivîskar, ronakbîr, şoreşger, karker, gundî hwd ên Zaza dibêjin em Kurd in. Ana Britanica, Ensîklopediya Îslamî, Ziya Gökalp.. Bi kurtî gelê Dimilî xwe Kurd dizane, dizanibûye û kivşe ye dê bizanibe jî.. Sed xem bi projektên wiha.. Sibê dikare yek derbikeve bêje Xarpêtistan.. Ji niha ve Kurdistana me heye, Zazaîstana me heye, Kirmanciye ya me heye. Hin caran Soran jî dibêjin Soranistan.

Welehî, bîlehî heger hêza min heba, min ê Zazaîstanekê çêkiriba û dixwazim jî. Ev ji bo me zengînî ye. Şexsen ez ne zana me lê ez bawer nakim ku birêvebirên vê projektê samîmî bin. Kekê min bavê min Zaza ye, diya min Kurmanc e. Di malbata me de Kurmancî serdest bû. Lewra gundê Kurmancan bû û bavê min jî Kurdperwer bû. Digot herduya bizanibin û jibîr nekin. Kê ev fesadiya han kiriye? Niha ez ji kîjan +istanê me?

Min li cihekê nivîsî niha nayê bîra min ku kîjan gotar bû.. Min got gotarên ZAZA, Zazaistan, Zazakî hwd ên têkildar bila ASMEN binivîsîne. Were tu binivîsîne. Tenê herdu nêrînan jî bide. Heryek ji me terzekê me heye. Min bi tiştekê bawerî anî, zimanê min hin caran hişk e û heya dawî diçim di riya baweriya xwe de. Ez bawer dikim ku fikra xwedî derketina li Zaza, Zazakî, Kirmanciye, Otonomiya Dersîm hwd RAST IN Û DIRUST IN. Lê ya Zazaîstan ne samîmî ye û ne di destê samîmiyan de ye.. Ji hukmên pêşîn nehatim vê helwestê, lê min bi salan dît, xwend, têkoşiya, berhevkir, kes naskirin, rabûm-rûniştim. Bi salan min li ser zargotin, dengbêjî, çanda devkî hwd xebat kir (gorî hêz û zanîna xwe). Çûm Dersîmê jî, Xinûsê jî (mixabin neçûme Siwêrekê).

Seyîd Riza, Şêx Seîd, Mecîdê Zaza, Yado.. Heya bi hezaran Türkan Temel a Gimgimî, hemî Dimilî bûn û ji bo Kurd û Kurdistanê canê xwe dan. Naxwazim dirêj bikim. Wijdana min nebaya niha ez ê li miqamên bilind ên Tirkiyeyê bama. Bêî naskirin çêtir e mirov bi kirasan kesan nenirxîne. Nîvêşevêbaş. --Bablekan 22:00, 18 reşemî 2008 (UTC)

No çı halo biguhêre

Zazay u Kurdi bırayi yewbiniyi. Gere Zazay u Kurdi pheşti bıdê yewbini. Eno çı siyaseto itiya'd? Gere Zazay u Kurdi yewbin ra hesbıkerê u haq u hıquqê yewbini zi bışınasnê. Seyit Rızay nêvato Kurdistan, Sey Rızay vato Dêrsım (Kırmanciye, ewro ma cı rê vani "Zazaistan"), Kürdistan u Turkiya pêro piya lewê yewbinan dı bıcıwiyê. Seyit Rızay qandê/semedê Dêrsımi ceng kerd, vera hukmati vındet. Seyit Rızay qali Kurdistani nikerdu. Ina/na yew zura. Weşbo bırayeya şaran. Qexrbo şowenizm u dışmeneya şaran. --Sewrege 17:18, 31 gulan 2008 (UTC)

Nîqaşek vala? biguhêre

Min biborînin, ez mixabin bi zaravayê zazakî nizanim, lê ez dixwazim nêrina xwe li ser Zazakistanê bi kurtî bînim ziman. Ez bi xwe ne li dijim ku gelek zaravayên kurdî hebin û pêşkevin. Herwiha ez ne li dijim ku kesek xwe ne weke kurd anjî tiştekî din bibînê. Herkes di vî warî de azad e. Herweha divê rê ji gotarên objektîv û rast re hertim vekirî bê û herwiha bê vekirin jî. Lê: ez nizanim ku çiqasî evyek raste ku mirov di bin navê azadiya fikr û ramananê û qaşo azadiya zanistê rabê û kurda û beşên civaka kurdî bi qaşo rastiya rûbirû bihêlê û nîqaşek vala vekê û bimeşînê. Bavên min, ev gotina 'Zazakistanê' nizanim ji kûderê derket û ev kesên kû hertim derdixin pêş armancên wan çine, lê di dirokê de miov qet rast nayê û bêjeyeke ku di van demê dawî da di devê hin kesan deye. Raste: herêmek heye bi zaravayê zazakî (anjî bila zimanekî xweser bê jî) diaxifin, evyek herkes dizanê...Gelek zaravayên din jî ji bilî kurmancî hene, lê çima ew ranabin dest bi nîqaşên wiha vala nakin? Gelo ew nizanin ku zaravayê wan cûda ye? Belê dizanin, lê dizanin ku ev tiştekî normal û xwezayî ye û qet şik ji kurdiya xwe nakin. Di nav her gelî de zaravayên ji hev cûda hene, heya hin ji wan zaravayan hewqasî ji hev dûrin, êdî mirov bawer nakê kû ku ew zaravayê zimanekî ne. Tiştê kû mirov dî lekolînên dîrokî bi dest dixê ewe, ku herêma zazakîaxêf hertim weke beşek ji KURDISTANÊ hatiye binavkirin, hem ji aliyê biyaniyan û hem jî ji aliyê kurdan ve û hem jî ji aliyê gelê herêma zazakîaxêf bi xwe jî. Jixwe gelek kesên zazakîaxêf di dîroka kurd û kurdistanê de rolên giring lîstine. Ma ew hemû şaşin, tenê çend kesên îro rabûne û dixwazin kurdan bi nîqaşên vala mijûl bikin, rast dibêjin? De ka em rabin SORANISTAN, LORISTAN, TORISTAN, HEWRAMANISTAN, ÇOLISTAN û gelek ISTANÊN din ava bikin. Internet ji bo vêyekê jixwe aletekî pîroze, lê gelek hêz û keda mirov vala diçê. Bi ya min divê Wîkîpedîya kurdî ji van nîqaşên vala re xwe nekê platform û nehêlê kû di bin navê qaşo zanistiyê de kurd werin parçe kirin û dijminê kurdistanê bi vê yekê şa bibin. Bêgûman gotarek di derbarê vê Zazakistanê de dikarê were nivîsandin û egera vê bêjeyê bê ronîkirin, lê ez rast nabînim kû beşek ji KURDISTANÊ bi çi armanca bibê bila bibê weke Zazakistan werê binavkirin û weke welatekî ji Kurdistanê cûda werê nîşandan, hem jî di nav Wîkîpedîya kurdî de. Gelo kurdê ku veyekê bixwînin wê çi bifikirin û çi bandora vêyekê wê li ser tevgera azadiya Kurdistanê bibê, ne di nava çend salên bê de, lê ji bo dema dirêj ? Jixwe gelek ciwanên me zû ji tiştên nivîskî bawer dikin û eger nîvîsê bi vî rengî di Wîkîpedîya kurdî de bixwînin, ez bawerim ku wê bi pirsgirêkên cidî rûbirû bimînin. --Kurdodino 17:25, 31 gulan 2008 (UTC)Bersiv bide

Hevalê heja, kurmanciya mın baş nine feqat ez dıxwazım bıbêjım ku; Zazayên ku dıbêjın "Em Kurdın", hurmetê mın heye. Eger ku kesek dıbêje Ez kurdım, ew kurde ..Feqat tu ji dızani pırraniya Zazayan, kalık u pirıkên Zaza xwe cuda feqat jı Kurdan ra bıra dıbinın. Bı rasti, "Zazaistan" kelimeyek nû ye, feqat hemu gel lazıme ku qedera xwe bı xwe tayin bıke. Zazaistan pırsgıreka Kurdan, utopyaya Kurdan nine, ew utopyaya Zazayane..ew utopyaya netewiye jıbo zazayan. Gelê Zaza nıxwaze kole bıbe, Gelê Zaza dıxwaze ku dı welatê xwe de bı şeref hebuna xwe dewam bıke. Zımanê Zazaki dı bın asimilasyona Tırki u Kurdi de ye. Ez nıkarım dırej bıkım, çımke kurmanciya mın baş nine..ez nıkarım fikrên xwe diyar/eşkera bıkım. U ez nıxwazım mınaqeşe/niqaş bıkım. Mın xwest fikrên xwe bıbêjım. Disa dıbêjım jı fikrên wê ra hurmeta mın heye. Kurd u Zaza anji Kurmanc-Soran-Kelhur u Zaza bırane. Niyeta mın dostani ye. Bı slav u rêz. Spas. --Sewrege 21:31, 31 gulan 2008 (UTC)

Çima nivîsî? biguhêre

Kategoriya me ya şerê psîkolojîk heye. Projektên wiha bi xwe şer û dezînformasyonên psîkolojîk in û pirranî li ser înternetê dimeşin. Şaş neyê fêhmkirin ku ev projekteka rastegîniyê ye. Di realê de ji xeynê çend kesayetiyên naskirî yên li Ewropa û hin mirovên Bucaqiyan zêdetir kes bi karên wiha re bilî nabe û ne zanistiye jî. Çawa ku Şerê Sar bi rêbazên psîkolojîk û pêlîstina înformasyonan, xerakirina civakan meşiya û di rastiyê yek bombeyek jî neteqiya, ev jî wisa ye. Îcar çend sal berê di serî de ji aliyê hin birêvebirên projektê ve hatiye deşîfrebûn û pûçderxistin. Min xwast di înternetê de çi dibêjin, kîjan alavan bikartînin, destdirêjiyê kîjan kom û rastiyan dikin hwd hinekê raxim ber çavan. Zazakiya wê jî heger hevalek din nenivîse, ez ê binivîsînim. Hûn bêjin "Aya pêdiviya nivîsandina projektên wiha yên Komara Romê hebû?", ew jî pirseke watedar e. Nizanim. Hela bila hinekê jî bimîne yan jî bila admîn biryarê bidin. --Bablekan 21:07, 31 gulan 2008 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Herêmên ku tê de kurdên zaza dijîn".