Neteweya Kurd laîk û bitolerans e. Gelê Kurd 6 ol û baweriyan dihewîne û ême ji hemiyan re rêz heye. Yek ol an baweriyek heger xwe mutlaq bibîne û bi hêsanî nirxên yên din biêşîne, ev dibe siyaset lê ne oldarî.

Xwedê li ruyê dinyayê partî û siyasetmedar û kes peywirdar nekiriye û hewceyiya Xwedê bi vê jî nîne. Kê li ser navê Xwedê însanan biêşîne baş nake.

Ev nivîsar ne li ensîklopediyan tê, lewra propagandayê dike. Mafê herkesê heye propaganda baweriyên xwe bike, lê ev der ensîklopedî ye. Mecbûr e ku notral (bêalî) tevbigere. Di gotarê de zanîn û agahdarî nîne. Dem, cih, îzah ne kivşe ye. Yekê gotarekê xwand divê jê tiştekê sûdwerbigire. Lê li vir tenêka propagandayeke hişk û emirkar heye.

Ev e rexneya min û min nivîs betalkir, dakû tu ji nûve wekî gotareke ensîklopedîk binivîsînî. Serkeftin Bablekan 23:06, 20 sermawez 2006 (UTC)Bablekan

Rast e, ne bêalî ye. Lê gotarek e, li gorî min bimîne, em baştir bikin. --Erdal Ronahi 23:08, 3 Berfanbar 2006 (UTC)
Vegere rûpela "Harmegedon".