Gotûbêj:Hakkari Sûretleri: Sümbül Dagı'nda Ayın Doğuşunu izlerken

Şiroveya dawî: berî 15 salan ji aliye Bablekan ve

Nav bi Kurdî be baş dibe.. Ez bama min kê bi Tirkî pirtûk nivîsandiye dikir "Nivîskarê Tirkan". Lê çi bikim dewr dewra Kurdên Tirkîaxêv e.. Kê ji şuna xwe radibe du kelime bi Tirkî dinivîsîne û dibe "Nivîskarê qehreman ê Kurd".. Rojekê din dê were helbet.. --Bablekan 13:39, 21 tîrmeh 2008 (UTC)Bersiv bide

Ji Bablekan re....

Bira nizanim tu çi difikirî, lê Îhsan Colemêrgî nivîskarê romana Cembelî ye û romana xwe bi kurdî nivîsiye. Vêca ji bo te tirkîaxêv yan tiştekî din e, nizanim lê ew nivîskar e. Bi kurdî romana wî heye û bi tirkî jî gelek pirtûkên wê yên lêkolînê li ser Colemêrgê hene. Eger armanc ragihandina agahiyan e, tirkî û kurdiya meseleyê di ku de ye ez nizanim. Na mesele tiştekî din e, hema mirov nîqaşan bike, ew jî tiştekî din e. Kengî pirtûka camêr bi Kurdî hate nivîsîn, mirov dikare navê wê yê kurdî jî lê zêde bike. Lê niha ji wergera nav pê ve tiştekî were nivîsîn nîne. Ha tu dixwazî mirov vê agahiyê nede ew jî meseleyeke din e.

Ez fikra xwe weha rave bikim. Pirtûka 'Navê Min Sor e' bi kurmancî heye. Lê eger nebiya tu nikarî wergera navê pirtûkê rahêjiyê û weke 'Navê Min Sor e' binivîsî. Navê wê 'Benim Adim Kirmizi' ye û agahiyên li ser jî heta wergereke wê bi kurmancî were weşandin wê di bin navê orjînal de bimînin.

Wekî din bira, dilê xwe negre, ez bawer nakim di mijara axaftina kurmanciyê de tu kurdîaxêvekî ji min baştir bî. ji ber wê hindê dema tu dixwazî derdekî xwe, gilî û gazinceke xwe bînî ziman, gotinên nermtir û argûmanan bi kar bînî baştir e.

Waye bi kurdî jî nivîsiye û pirtûka wî heye. Min ew nexwendiye. Me vê meselê gelek caran nîqaş kir û dawiya nîqaşan bi ya min nebû. Min digot em Yaşar Kemal, Suzan Samanci, Ahmet Arif êww bikin bin kategoriya "Nivîskar an helbestvanên Tirk". Lewra van camêran rojekê bi kurdî nenivîsîne, nejiyane. Lê nebû. Yê me înternasyonalîst ji Kurdewaran zêdetir in. Kardeşvan nahêlin sînorên Kurd, Kurdî û Kurdistanê kivşe bibin. Îcar çêbû û me ji hevûdu fêhmkir. Mesele safî bû û hate dîtin ku şaşiya min "nexwandina Cembelî" bûye. Heger argumanên min nermtir ban te jî bersîv nedinivîsî :) Serkeftin di nivîsandina gotarên nû de.. --
Vegere rûpela "Hakkari Sûretleri: Sümbül Dagı'nda Ayın Doğuşunu izlerken".